Efrîniyan: Em soz didin em ê terk nekin û biparêzin 2018-02-21 13:30:42 EFRÎN - Gelê Efrînê, diyar kirin ku dê xwedî li zarokên xwe yên 33 rojin di çeperan de şer dikin derbikevin û gotin: “Em soz didin em ê bajarê xwe terk nekin û biparêzin.” Êrîşên li ser Efrînê ji 20’ê Çile heya îro bê navber berdewam dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi pêşengtiya YPG/YPJ’ê di çarçoveya berxwedana li ser sînor bersivên dijwar didin êrîşan. Bi sedan mirovên ji ber êrîşan ji cih û warên xwe bûn, kantonê terk nakin û hêz didin zarokên xwe yên di ceperan de şer dikin. Gelê Efrînê ku tekoşînek hevpar bi rêve dibe, helwesta vê ya herî balkêş jî di 15’ê Sibatê de bi deh hezaran kes berê xwe dan navçeya Cindirêsê ya dibin bombebarên herî giran de.     'EM JI EFRÎNÊ DERNAKEVIN'   Efrîniyên bi rojane li navenda bajêr meş û mîtîngan pêk tînin û hewl didin berxwedanê zindî bihêlin, di 20’ê Sibatê de çûn navçeyên Şera û Meydankê ku di hedefa êrîşên dijwar dene. Efrîniyan li van her du navçeyan peyamên dê heya tamla xwîna xwe ya dawiya li ber xwe bidin dan. Efrîniyan anîn ziman ku ewê tu carî ji Efrînê dernekevin.   ‘BILA HEMÛ KES ZANIBE EV DER WELATÊ ME YE’   Ayten Mihemed Hiso ya ji Efrînê, diyar kir ku ewê heya dawiya axa xwe biparêzin û wiha axivî: “Dewleta Tirk êrîşî me dike, zarokên me qetil dike û welatê me talan dike. Bi çekên kîmyewî êrîşê  gelê sivîl dike. Ji ber ku em kurdin, tu maf  û hiqûqê ji bo me nas nakin. Gelo çimanê dewletek nabêje ‘Em vê yekê qebûl nakin?’ Ma berjewendiyên wan jî di vê talan û wêran kirinê de heye?  Dixwazin em ji Efrînê derkevin, lê em ji Efrînê dernakevin. Ev der welatê me ye û bila hemû kes jî wisan zanibe.”   'EM XWENDEVANÊN RÊBER APO NE'   Mihemed Ebdo jî,  da zanîn ku komploya navdewletî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike û wiha got: “Ev êrîşên li ser Efrînê, pêkanînên komploya navdewletî ya li ser gelê kurde. Em kurdên Efrînê, bingeha Kurdistanê ne. Ji ber vê yekê dijminên gelê kurd dixwazin me têk bibin û Kurdistanê jî parçe bikin. Lê em ê li vir bi çiqlên zeytûnan dijminên xwe tune bikin. Ji ber ku em gelê kurd denydarê Rêber Apone. Wî em rakirin ser piyan. Ev gel bi vîna Rêber Apo meşa xwe berdewam dike. Me sond xariya û dua kiriye, em ê tu carî Efrînê terk nekin û heya dawiyê em ê biparêzin.”   ‘NE KU AXA XWE EM MIRIŞKÊN XWE JÎ NADIN’   Semîra Şêxmûs jî, anî ziman ku ew piştgiriyê didin zarokên xwe yên di ceperan de Efrînê diparêzin û wiha axivî: “Çawan ku li Cizîr û Sûrê gelê me qetil kirin, bajarên me wêran kirin, îro jî dixwazin vê yekê li Efrînê pêk bînin. Lê mehek derbas bû hîna ev yek nedîtin. Teqez dê ser nekvin. Zarokên me yên qehreman hene û em dayîk û gel jî li pişt wane. Mirov ji bo ji kokên xwe qût nebin dijîn. Koka me jî Efrîne, ji bo em ji koka xwe qût nebin, em li ber xwe didin. Ne ku axa xwe, em mirişkên xwe jî nedin Erdogan.”   MA / Nazim Daştan - Selamî Aslan