Xebatkarê Azadiya Welat a berê Kurşun hat girtin 2018-02-21 12:59:10 MÊRDÎN – Li Qoserê 14 roj berê niha xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin, Çetîn Kurşun hat girtin û birayê wî Sedat Kurşun jî hat berdan.  Polîsan di 6’ê sibatê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi hinceta îxbar heye bi ser mala malbata Kurşun a li taxa Firatê ya Qoserê de girtibûn. Di serdegirtina malê de polîsan deriye malê şikandibûn û lêgerîn pêk anîbûn. Piştî lêgerînê polîsan xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hatibû girtin Çetîn Kurşun li malê û birayê wî Sedat Kurşun jî li kargeha wî binçav kiribûn.    Piştî 14 rojan îfadeyên Kurşun ên birayê hev li Midûriyeta Polîsan a Qoserê bi dawî bûn û ew derxistin Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê. Piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê her du bira sewqî dadgeha nobedar kir. Dadger, bi hinceta “Her çiqasî ne endamê rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” biryara girtina Çetîn Kurşun da û Sedat Kurşun jî berda.    Kurşun ê hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.