Parlamentera HDP'ê ya berê hat girtin 2018-02-21 12:13:57 STENBOL / AMED - Parlamentera HDP'ê ya Qersê ya berê Şafak Ozanli ku li Stenbolê hat binçavkirin, hat girtin. Li Amedê jî zarokekî hatibû binçavkirin, hat girtin.  Polîsan di 19'ê Sibatê de Parlamentera HDP'ê ya Qersê ya berê û Endama Meclîsa Partiyê Şafak Ozanli li Stenbolê binçav kiribûn û biribûn Midûriyeta Polîsan a Vatanê. Şafak Ozanli piştî lêpirsîna li midûriyeta polîsan, sewqî Edliyê kirin. Dozger piştî îfadeya Şafak girt, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" der barê Ozanli de biryara girtinê da.    LI AMEDÊ ZAROKEK HAT GIRTIN   Li Amedê jî zarokê 17 salî S.Ç., di 17'ê Sibatê de hatibû binçavkirin. S.Ç. yê 4 rojin di bin çavan de ye, şevê din sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar kirin. Heyeta dadgehê piştî li îfadeya S.Ç., guhdar kir şandin Girtîgeha tîpa E ya Amedê.    Hat zanîn ku S.Ç. bi sucdariya "teqemenî li ser xwe gerandiye" hat girtin.