Girtiyên Xarpêtê: Li girtîgehê ruhê Esat Oktay digere 2018-02-21 10:12:43 AMED - Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Xarpêtê, ji ber girtiyan jimarî û nîzama leşkerî red kir, hatin derbkirin. Girtiyan diyar kir ku ew bi pêkanînên ku ne kêmî yên 12'ê Îlonê re rû bi rû ne û gotin: "Ruhê Esat Oktay digere." Her wiha xizmên girtiyan jî gilî kirin.  Girtiyên li Girtîgeha Jimare 2'yan a Xarpêtê, di hevdîtina xwe ya bi heftane ya bi malbatan re, destnîşan kiririn ku ji ber ji roja înê heta niha serê sibê û êvarî jimarî û nîzama leşkerî red dikin tim bi îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Girtiyan destnîşan kir ku hin deverên canê wan reş bûne û ji bo girtina raporê wan nabin revîrê.    ‘DERBA MIRINÊ LI ME XISTIN'    Girtiyê bi navê Çetîn Atlan, bi lêv kir ku roja înê gardiyanan avêtiye ser qawîşa wan, ji wan xwestiye têkevin nîzama leşkerî, lê belê wan ev yek red kiriye. Atlan got: "Roja înê gardiyanan avêt ser qawîşê. Ji me xwestin em rabin ser piya û jimariyê bidin. lê belê me got em vê yekê qebûl nakin. Bi ser me de qîriyan û heqaret kirin. Bi copan êrîşî me kirin û derba mirinê li me xistin. Bi copan êrîşî hevalên me yên nexweş û extiyar kirin û bi zorê wan rakirin ser piyan." Atlan destnîşan kir ku piştî derbkirinê gardiyanan kamera li odeya wan bi cih kiriye û got: "Ji bo îdia bikin ku wan îşkence nekiriye serî li rêbazeke wisa didin."    ‘RUHÊ EsAT OKTAY DIGERE'    Atlan ku got "Qethiyen em vê bêrûmetiyê qebûl nakin" û diyar kir ku li girtîgehê huqûqa dijminahiyê tê sepandin. Atlan anî ziman ku ew bi pêkanînên ku ne kêmî yên 12'ê Îlonê re bi rû dimînin û got: "Li girtîgehê ruhê Esat Oktay digere. Heyfa derve ji girtiyan distînin."    ‘PROVAYA YEKTÎPIYÊ'    Mûrat Menguş jî got: "AKP ne kêmî Kenan Evren e. Li vir îşkenceyên 12'ê Îlonê disepînin. Em wisa difikirin ku ferzkirinên bi vî rengî provaya kincên yektîpî ye. Lê moralê me baş e û em ê serî netewînin."   SANDALYEYA DI BIN NEXWEŞÊ FELCÎ DE KIŞANDIN    Yek ji girtiyên hat derbkirin jî Mehmet Dûrsûnê felcî ye. Dûrsûn destnîşan kir ku sandalyeya ku ew li ser rûniştîbû gardiyanan ew ji bin wî kişandiye. Dûrsûn bi lêv kir ku ew nikare li ser piyan bisekine û got: "Gardiyanan dizanin ez ê nikaribim rabim ser piyan, lê xwestin bi zorê min rakin. Dema ranebûm lingê sandalyeya li ser bûm şikandin û bi saya hevalên xwe ji ketinê filitîm."    Girtiyan ji bo hesasiyetê bang li rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî û derdorên hestiyar kirin.    MALBATAN GILÎ KIR   Malbatan jî bertek nîşanî kirinên li girtîgehê da û gotin, wê xizmên wan li hundur û ew ê jî li derve li ber xwe bidin. Piştî xizmên wan hatn derbkirin malbatan giliyê Girtîgeha Xarpêtê kir.    Her wiha wê têkildarî van pêkanînan wê heyetek ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê îro biçe Girtîgeha Xarpêtê.