Pisporê ÎSG'ê: Heta niha 800 karkerên balafirgehê mirin 2018-02-21 09:11:17 STENBOL - Karkerê balafirgeha 3'yemîn a Stenbolê C.O., diyar kir ku piştî her mirina karkerekî, pisporê ÎSG'ê bi wan re civîn dikir û digot got "Ez neçarim bêjim. Heta niha 800 karkerên balafirgehê di kar de jiyana xwe ji dest dane."  Balafirgeha 3'yemîn ya di sala 2015'an de înşaeta wê dest pê kir, ji ber ku texrîbatek mezin li ser xwezayê çêkir û mirinên karkeran zêde bûn, qet ji rojevê neket. Hat îdiakirin ku roja ku înşaetê dest pê kiriye heta niha, 800 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Lê Wezîrê Ewlehiya Civakî û Xebatê da zanîn ku heta niha 27 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Karker C.O. 8 meh e di karê balafirgehê de dixebite, aşkera kir ku ne 27, 800 karkeran di înşaetê de jiyana xwe ji dest dane.   ‘HEKE EZ BÊJIM EZ Ê JI KARÊ XWE BIBIM’   C.O. anî ziman ku dema karkerekî jiyana xwe ji dest dida, pisporê Ewlehî û Tenduristiya Kar (ÎSG) bi wan re civîn li dardixist û ev tişt got: "Di 8 mehan de gelek civîn bi mere hatin lidarxistin. Di civînekê de pisporê ÎSG'ê bê zar bûbû. Got ku 'Heke ez van tiştan bêjim ez ê ji karê xwe bibim, lê ez neçarim bêjim. Heta niha 800 karkeran jiyana xwe ji dest da. Ji bo wê li ewlehiya xwe baldar bin.' Dema wî diaxivî min xwest ez bi telefonê bikişînim, nehişt ez bikişînim."   ‘BERPIRSYARÊ CINAYETAN DEWELT E’   C.O. aşkera kir ku mirinên li balafirgehê ji karkeran tê veşartin û wiha pê de çû: "Tenê em bi rêya pisporên ÎSG'ê ji mirinan agahdar dibin. Mirina 800 karkeran gelekî bi êş e. Ev komkujî ye. Ji vê re navekê din nabînim. Pisporê ÎSG'ê 15 deqeyan diaxivin wêneyan dikişînin û diçin. Perwerde jî têrê nakin." C.O. diyar kir ku divê navê "Ewlehî û Tenduristiya Kar" wekî "Ewlehî û Tenduristiya Karkeran" bê guhertin û wiha pê de çû: "Gotina Ewlehî û Tenduristiya Kar, ji bo parastina karmend e. Şirket ceza li şirketên pisporê ÎSG'ê nikare bibire. Berpirsyarê van cinayetan dewlet e. Dewletê ev pergal ava kiriye. Ez nînim ku ceza li min bê birîn. Dema di qezayeke kar de mil bişkê û tiştek bibe, dibêjin ku 'Ji bo xwedê kekê min bêjin ku ez ketim. Nebêjin qezaya kar e.' Gelek hevalên me bi tiştên wiha re rû bi rû ne. Pisporen ÎSG'ê van tiştan vedişêrin."   ‘EM NIKARIN BÊHNA XWE BISTÎNIN’   C.O. bi lêv kir ku di xwaringeheke 3 hezar kesî de, ew 45 deqeyan di rêzê de dimînin û ev tişt anî ziman: "Ji xwe dema xwarinê 45 deqe ye. An karker xwarina xwe dixwen, an jî beyî ku bixwen dest bi kar dikin. Ji ber ku gelekî ecele dikin, cinayetên karkeran zêde dibin. Qadên 20 metreyî yên em dixebitin, derdixin 40 metreyî, yên 40 metreyî derdixin 60 metreyî. Lê ekîb heman ekîb e, ji heman ekîbê heman kar tê xwestin."   ‘ME DI XWARINGEHÊ DE HEPIS DIKIN’   C.O. derbirî ku dem bi dem rayedarên hikumetê tên serdana înşaeta balafirgehê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di dema ziyaretan de em yek karkerî jî li termînalê nabînin. Heke berdevkekê karkeran bê hilbijartin jî ji derveyê karkerên alîgire xwe kesî nagirin hundur. Hemû karkeran di xwaringeha derveyê termînalê de berhev dikin. Dibêjin ku 'Hûnê ji vir dernekevin.' Ji ber ku ji bertekên karkeran ditirsin."   ‘LI TESÎSÊN CIVAKÎ KARKER TUNE NE’   C.O. bertek nîşanê nûçeya Ajansa Anadoluyê ya bi sernavê "Cihê xebata karkerên balafirgeha sêyemîn ji jiyana bajêr ne kêmgir e" da û aşkera kir ku fîrmaya ku kar dike aydê ÎGA'yê ye, tesîsên civakî ya ku qala wan tê kirin, di yekê de jî karker tune ne, kesên baret spî (rêveber, yên tên serdanê û personelên teknîkê, avahîsaz, endezar, teknîker) li vir dimînin.   ‘KARKERÊN BIYANÎ ZÊDE BÛN’   C.O. bal kişand ser karkerên biyanî yên li balafirgehê dixebitin û ev nirxandin kir: "Karkerên biyanî wekî gefekê li dijî me didin xebatê. Karkerên biyanî ji ber ku kesekê wan tune, dê cinayetê kar jî ranegihînin. Difikirin ku 'Çawa hebe em ê bi şeklekî li ser mirinên wan bigirin.' Yanî ev her du aliyê ço jî didin xebatê. Ev karkerên biyanî, li vir hêj kêmtir pere distînin."   C.O. derbirî ku bi têkoşîna sendîkayî re dê mirinên karkeran kêmtir bibin, ji bo şert û mercên mirovê pêk bên, divê têkoşîn bê xurtkirin.   MA / Muhammet Dogru