Ji bo zarokên li herêmên şer atolyeya pêlîstokan vekirin 2018-02-21 09:09:52 ÎZMÎR – Komeleya Muzîkjenên Îzmîrê ya bi daxwaza hişyariyê pêş bixe hatiye avakirin, niha ji bo zarokên li herêma şer atolyeya pêlîstokan ava kir. Endama komeleyê Meltem Karasu Demîr, da zanîn ku armanca wan aştî û xweşikbûnê pêş bixin. Komeleya Muzîkjenên Îzmîrê (ÎMD), ji bo di nava civakê de serwextbûnê ava bike, têkiliyên gel bi hev re bide çêkirin, girêdanên hêstewar ava bike, ji bo xweşkbûna muzîkê ya girêdanê û hevpariyê di nava jiyanê de serdest bike, hatiye avakirin. Demên borî ji bo zarokên Kobanê kampanyaya "Pireya Pêlîstokan" da destpêkirin, niha jî di bin banê komeleyê de atolyeya pêlîstokan ava kir. Ji derveyê endamên ÎMD'ê, gelek kesan jî piştgirî da atolyeyê û pêlîstok li atolyeyê tên zêdekirin. Endamên dildar 2 hefteya carekî li komeleyê kom dibin, kel û pelên ku dildaran şandine atolyeyê, bi wan pêlîstokan çê dikin.   JI BO ZAROKÊN CIZÎRÊ ŞANDIN   Bahar Kartal a 40 salî li ÎMD'ê bi dildarî pêlîstokan çê dike, da zanîn ku ji bo zarok bikenin ew bi kêfxweşî pêlîstokan çê dike. Kartal bi lêv kir ku 20 sal e ew zewicî ye, lê zarokên wê çênebûne ji bo wê gelekî hez zarokan dike û ev tişt got: "Pêlîstokên ku ez çê dikin, ji bo diyariyê dema didin zarokan ez gelekî kêfxweş dibim. Kartaş da zanîn ku ew di şevekê de bûkûkekê çê dike, odeyeke mala xwe veguherandiye atolyeyê.   Kartal destnîşan kir ku carna bi zarokan re bûkûkên di xeyalên xwe de çê dike û wiha axivî: "Min malê destpêkê li ser maseyekê dest bi çêkirina bûkûkan kir. Piştre ez derbasî maseyeke mezin bûm. Niha jî min atolyeyek ava kir. Di çavê me de çêkirina bûkûkekê tiştekî piçûk e. Dibe bi goreyekê bûkûkek derdikeve. Lê ji bo zarokan çêkirina pêlîstokekê gelek bi nirx e. Min kampanyaya ÎMD'ê dît û piştgirî da wan. Bûkûkên ku min çêkirin, ji zarokên Cizîrê re şandin. Ev kêfxweşiyek mezin e. Ez bûkûkên herêmê çê dikim. Dest ji vê xebatê bernadim."   ‘HER BÛKÛKEK HEVEKÎ LORÎN E’   Kartal diyar kir ku her pêlîstoka ku çê dike, dixwaze ji zarokên li herêmên şer re bişîne û wiha axivî: "Di şer de herî zêde zarok zerarê dibînin. Zarokên li herêmê şer dema bi pêlîstokan dileyzin ez kêfxweş dibim. Her bûkûkek 'Lorîn'ek e. Di nava ew qas geşedanên li cîhanê de, ez dixwazim tiştên baş bikim."   ‘DI ROJA AŞTIYÊ DE EM Ê BIŞÎNIN CIZÎRÊ’   Endama ÎMD'ê Meltem Karasu Demîr, anî ziman ku armanca atolyeya pêlîstokan ew e, ji hemû zarokên li her derê Tirkiyeyê yên ne xwedî heman maf û şertan re pêlîstokan bişînin û wan kêfxweş bikin û wiha pê de çû: "Ji bo wê me kampanyaya 'Pireya Pêlîstokan' da destpêkirin. Armanca sereke ew e, ji hemû beşên civakê re aştî û xweşikbûnê bibin." Demîr got ku wan sala çûyî pêlîstokên ku çêkirine, ji zarokên Nisêbînê re birine û wiha dirêjî da axaftian xwe: "Armanc ne dîtin û birina pêlîstokê ye. Armanceke din jî ew e, mirovên ku rewşa wan baş e û alîkariya mirovên din bikin. Em ê îsal di Roja Aştiya Cîhanê de pêlîstokan bibin Cizîrê û diyarî zarokên li wir bikin. Ev pêlîstok têkiliya me ya bi zarokên wir re ye."   ‘DI ŞER DE HERÎ ZÊDE ZAROK ZERARÊ DIBÎNIN’   Demîr bal kişand ser tacîz û îstismara li dijî zarokan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Şer vê jiyana bi nirx ji bo hin kesan tune dike. Bi taybetî ji bo zarokan ev wiha ye. Heke dildariyek hebe em dixwazin wê bikin. Pêlîstokekê mirov bide zarokan ev mafek e. Divê her kes tev li vê kampanyayê be û zarokan kêfxweş bike."   MA / Rûken Demîr