Bekîr Kaya dîsa nehat tahliyekirin: Em dîlên vê serdemê ne 2018-02-20 20:39:21 WAN - Danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya yê ji peywirê hat girtin, hat dîtin. Kaya di parastina xwe de ev tişt got: "Em dîlgirtinên vê serdemê ne û ez bawer nakim ku darazeke serbixwe hebe."   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya yê ji peywirê hat girtin, xebatkarên şaredariyê Cuma Koyluoglu, Çetîn Çîftçî, Zelal Tanli, Mehmet Halîm Eryîgît, Can Tayan û rêveberên MEYA-DER'ê Îdris Şaybak û Nerîman Uyar, bi îdiaya "Bê çek tev li meş û civînên dijî cemaweriyê bûn, ruxmê hişyarkirinê belav nebûn", "Endamê rêxistinê ne", "Navên rêxistinên sûc gotin û gef xwarin" û "Bi zanebûn û xwestek alîkarî dan rêxistinê" doz li wan hat vekirin û danişîna dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin.   Bekîr Kaya li Girtîgeha Sîlîvriyê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişîna dozê bû, Çetîn Çîftçî, Zelal Tanli, Mehmet Halîm Eryîgît, Can Tayan, Nerîman Uyar û Îdrîs Şaybak tev li dozê nebûn, Cuma Koyluoglu li dadgehê amade bû. Danişîna dozê bi parastina Kaya dest pê kir. Kaya aşkera kir ku ew di vê serdemê de dîl hatine girtin û li holê tu darazeke rast tune.   Piştî parastinên parêzeran, heyeta dadgehê xwest girtina Kaya dewam bike û doz taloqî 22'yê Gulanê kir.