Rojnameger Ehmed Boltan hat binçavkirin 2018-02-20 17:18:10 AMED - Rojnameger Ehmed Boltan dema ji avahiya belavkirina rojnameya Welat ya Amedê derdiket ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Xebatkar û belavkarê Rojnameya Welat û Ozgurlukcu Demokrasî Ehmed Boltan dema ji avahiya belavikirinê ya rojnameyê ya li Amedê derdiket ji aliyê polîsan ve hate binçakvirin. Boltan dema hate binçakvirin, peyam ji malbata xwe re şand û diyar kir ku ew hatiye binçavkirin. Rojnamegerê ku sedema binçavkirina wî nehat zanîn, nayê zanîn ku birine ku derê.