Dozger bi daxwaza girtinê Akatê sewqî dadweriyê kir 2018-02-20 16:56:53 AMED- Dozger aktivîsta TJA'yê Ayla Akat Ata bi daxwaza girtinê sewqî dadweriya ceza ya sulhê kir.  Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Parlementera HDP'ê ya Êlihê ya berê Ayla Akat Ata ku duh li Amedê li ber mala xwe hat binçavkirin, piştî îfadeya li Emniyeta Amedê sewqî Edliyeya Amedê hat kirin. Ata ji ber axaftineke xwe ya di sala 2015'an de li navçeya Golan a Erdexanê kiriye bi "propagandaya rêxistinê" tê tawanbarkirin û bi riya SEGBÎS'ê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Erdexanê.    Piştî karên li dozgeriyê, Ata bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar a Erdexanê hat kirin. Wê Ata bi riya SEGBÎS'ê îfadeyê bide dadweriyê.