Qeyûm birdariya Ugur Kaymaz rakir 2018-02-20 15:59:33 AMED - Qeyûm, bîrdariya Ugur Kaymaz ê 12 salî ku bi 13 guleyan bi bavê xwe re li Qoserê hat kuştin a li pêşberî Şaredariya Sûrê hatibû lêkirin, rakir.  Qeyûmê tayînê Şaredariya navçeya Sûra Amedê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat kirin, Alîkarê Walî Bîlal Ozkan ferman da ku birdariya Ugur Kaymaz ê 12 salî ku bi 13 guleyan bi bavê xwe re li navçeya Qosera Mêrdînê di sala 2014’an de ji aliyê polîsan ve hat kuştin, rabikin.    Serokê Şaredariya Sûrê ya DBP’ê yê berê Abdullah Demîrbaş berî 13 salin bîrdariya Kaymaz li pêşberî Şaredariya Sûrê li kêleka sûran lê kiribû. Bîrdarî sembola 13 gulan îfade dikir. Li binê bîrdariyê jî Hevpeymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî  hatibû nivîsandin. Di  salên derbas bûyî de kesên nasnameya wan ne diyar bîrdarî parçe kiribûn. Lê şaredariyê ji heman parçeyan cardin bîrdarî lêkiribû. Qeyûmê Qoserê jî, birdariya ji bo bîranîna Ugur Kaymaz hatibû lêkirin, ji cihê wê rakir.