Hevjîna xwe ya 65 salî kuşt: Tişta bû, çû 2018-02-20 15:21:13   STENBOL - Li Kagithanê, Omer Korkut ê 66 salî hevjînê xwe yê 65 salî Fadîme Kortuk kuşt. Korkut ê derxistin edliyê got: “Tişta bû çû.”    Li Kolana Akşam a Taxa Talatpaşa ya Kagithanê Omer Korkut ê 65 salî hevjîna xwe ya 45 salin zewicî Fadîme Korkut a 65 salî kuşt. Polîsan Kokut derxist edliyê. Gava Polîsan Korkut derxist edliyê ji endamên çapemeniyê re got “Off! Ax pitka min! Ez çi jî bêjim vale. Tişta bû çû. Ez pîşmanim.”   Hat diyar kirin ku piştî otopsiya Saziya Tipa Edlî, xizmên Fadîme Kortuk dê cenazeyê wê bigirin, bibin bajarê wê Tokat û li wir bispêrin axê.