Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan 2018-02-20 15:20:22 STENBOL- Parêzerên Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê çê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Heta niha parêzeran 732 caran serî li dozgeriyê dane.  Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Çîçek û Mihdî Oztuzun ji bo sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 732 carin parêzer ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê didin.    Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve 731 serlêdanên parêzeran bi hincetên wekî "Rewşa hewayê nebaş e", "Keştî xerabe ye" û "Rewşa Awarte" hatin redkirin.