Hinceta biryara beraetê ya Ozgur Gundemê: Azadiya ramanê ye 2018-02-20 15:02:51 STENBOL - Dadgehê, hinceta biryara beraetê ya der barê Gerînendeyê Weşana Giştî ya Nobedar ê Rojnameya Ozgur Gundem Hasan Huseyin Tahmaz de, aşkere kir. Dadgehê di biryarê de got "Azadiya ramanê heye"  Rojnameya Ozgur Gundem beriya bê girtin ji bo piştevaniyê kampanya Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameyê dabû destpekirin. Rojnameger Hasan Huseyin Tahmaz jî rojekê nobet girt û der barê wî de doz hat vekirin. Dozger bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" û “Pesnê sûç daye" doz vekiribû. Danişîna dozê di 29'ê çile de li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hatibû dîtin û dadgehê birayara beraetê dabû. Heyeta dadgehe der barê Tahmaz  de biryara bi hincet aşkere kir.    Dadgehê diyar kir ku ji bo sûcê Propagan bê kirin divê liv û tevgera kes bandorê li ser cîhana derve bike û rengê vî sûcî li gorî Qanûna Bingehîn  û Peymana Mafên Mirovan ku Tirkiye jî îmze avêtiye li ser bingehê azadiya ramanê hatiye kirin. Dadgehê da zanîn ku li gorî PMME'ê ev azadiya wîcdan û ramanê ye û mafê bingehîn e.    Dadgehê destnişan kir ku ji bo propaganda rêxistinê bê kirin divê berî her tiştî "propaganda" hebe û ev liv û tevger wekî ‘propaganda’ nayê dîtin.