HDK û HDP li ber edliyeyê ne: Hevalên me berdin 2018-02-20 14:47:32 STENBOL– HDP û HDK'î, ji bo 31 hevalên wan ên li dozgeriyê îfadeya wan hat girtin, daxuyanî dan û xwestin bên berdan.  Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), ji bo xebatkarên HDP û HDK'ê yên beriya Kongreya Asayî ya 3'yemîn a HDP'ê ku di 11'ê Sibatê de hat lidarxistin, di 7'ê Sibatê de hatin binçavkirin li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî dan. Dema karên îfadeya 31 kesên hatine binçavkirin li dozgeriyê dewam dikirin daxuyanî hat dayîn. Endama Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Nesrîn Nas, rojnamevan-nivîskar Nûrcan Baysal jî di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên li ser "Binçavkirin, girtin nikarin muxalefetê bêdeng bikin" û "Bila hevalên me yên ji bo azadiyê têdikoşin bên berdan" nivîsandî hatin hilgirtin.    Di daxuyaniyê de ewil Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr axivî. Esnegul balê kişand ser polîtîkayên îxbarê yên mirov ji ber wan tên girtin û got: "Helbet wê ev rojên tarî biqedin. Em bi vê bawerin. Lê em ê ji bê bibiryarbûna xwe bi paş ve gav navêjin."    Paşê Berdevka HDK'ê ya Stenbolê Gulçîn Aykûl axivî û got: "Li hemberî îktîdara AKP'ê em ê dev ji gotina xwe bernedin."    Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî balê kişand ser mercên hucreyên kesên di bin çavan de di wan de tên ragirtin û wiha got: "Hevalên me, çi extiyar çi ciwan, 14 rojin di wan hucreyan de ne. Hin hevalên me nexweş in û tevî ku rapor berpêş kirine jî, dîs ali hucreyan tên ragirtin. Niha wan derxistin rûerdê û îfadeyê didin. Ev welat ket halekî wisa, êdî em bêjin nexweş, cinoyî bûye nizanim. Nivîsandina mirovan a jiyana wan a taybet jî sûc tê hesibandin. Êdî rewş wisa bûye ku mirov nikarin peyaman jî ji hev re binivîsin. Li tu devera cîhanê sepandineke wisa dermirovî, derwijdanî tune ye. Di demên dawî de ya em li edliyeya ne an jî li morgan an jî li şîna ne."    Berdevkê Komeleya 78'an ê Stenbolê Yûnûs Bîrcan jî, destnîşan kir ku ger li welatekî pîvanên dewleta huqûqê xwe nespêrin mafên mirovan, wê mafê siyasetê yê welatiyan jî bê astengkirin û niha li vî welatî ya tê kirin ev e. Bîrcan got: "Kesên dibêjin aştî jî tên girtin. Ger azadiya çapemeniyê tune be, rojnamevanên nûçeyên rast berpêş bikin wê bên girtin, wê mafê nûçewergirtinê yê civakê ji holê bê rakirin. Îro tiştên diqewimin ev in. Ji ber ku Celalettîn Can fikrên xwe bi raya giştî re parve kirin, ji ber mafê siyasetê yê welatiyan parast, ji ber li hemberî binpêkirina mafan têkoşiya hatiye binçavkirin."    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû û paşê kom ket edliyeyê.