31 siyasetmedar derxistin edliyê: Xebatên HDK û HDP’ê sûc dîtin 2018-02-20 14:06:06 STENBOL – Di girtekên darizandina emniyetê ya 31 kesên li Stenbolê hatibûn binçakvirin de, HDP, HDK û pêkhateyên wan pirsîn û xebatên wan wek hêmanên sûc hatin nîşandan.  Li Stenbolê di 7’ê sibatê de di çarçoveya operasyona li dijî Kongreya Demorkatîk a Gelan (HDK) de 31 kes hatibûn binçavkirin û îro derxistin Edliya Çaglayan a Stenbolê. Xebatkara rojnameya Ozgurlukçu Demorkasî Pinar Tarlak û Berdevkê Hewldana 78’an Celalletîn Can jî hene di girtekên darizandina emniyetê yên 31 de beşdariya xebatên HDK û HDP’ê wek hêmanên sûc hatin nîşandan.    Di girtekan de wiha hat gotin: “Li ser navê PKK û KCK’ê xebat dane meşandin.” Guhdariyên di telefonê yên di sala 2016’an de hatin pirsîn. Civînên HDK’ê jî ji binçavkiriyan hatin pirsîn û wek sûc hat jimartin.    ‘SYKP WEK PARTIYA PKK’Ê PÊNASE KIRIN’    Di girtekan de Partiya Ji Nû Ve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) jî wek partiya “Li ser navê PKK/KCK’ê çalakî li dar xistin” hat pênasekirin. Der barê SYKP’ê de pirsên balkêş hatin pirsîn.    ‘ARMANCA HDK’Ê ÇI YE?’   Di pirsên girtekan de daxuyaniya Endamê Komîteya Rêveberiya PKK’ê Murat Karayilan a der barê operasyonê Efrînê de jî derket pêş û armanca HDK’ê hat pirsîn.