HDP’iyên di bin çavan de derxistin edliyê 2018-02-20 13:41:10 ENQERE - 11 siyasetmedarên di nav de rêveberên navendî yên HDP’ê jî hene ku di encama îxbarekê de hatin binçavkirin, derxistin edliyê. 11 siyasetmedarên di nav de rêveberên navendî yên HDP’ê jî hene ku di encama îxbarekê de, di 17’ê Sibatê li Enqerê hatin binçavkirin, piştî kar û barên wan ên li Midûryeta Polîsan qediyan, derxistin edliyê.  Navên kesin hatibûn binçavkirin wihane: Endamê Lîjneya Lihevhatina HDP’ê û  Koma Aştiyê ya ewil ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 1999'aan de hat Tirkiyeyê Seydî Firat, endama MYK’ê ya HDP’ê ya berê Atiye Eren, endamên PM’ê ya HDP’ê Yagmur Yurtsever û Mustafa Avci, Hevseroka HDP’a Enqereyê Nur Aytemur, Hevseroka HDP’a navçeya Etîmesgut Hatîce Kayaturan Markoç, Hevberdevka HDK’a Enqerê Feryal Yazici, Yasemîn Îldan, Dîlan Çetîn, Bariş Ozdemîr û Murat Bahadir.    Siyasetmarên anîn Edliya Ênqerê, li benda dozgerin. Parêzeran, diyar kir ku li ser ixabarekê siyasetmedar hatin binçavkirin.