Berdevkê YPG’ê yê Efrînê: Bajarên mezin di saetekê de ketin Efrîn mehek e li ber xwe dide 2018-02-20 13:39:47 EFRÎN - Berdevkê YPG'ê yê Efrînê Brusk Hesekê, rewşa mehek şerê li ser Efrînê têmeşandin nirxand û wiha got: "Tu kes ne li bendê bû em wisa liberxwe bidin. Navçeya biçûk ku li bendê bûn di nava çend saetan de bixin, mehek e hêj gavekê pêşve neçûne. Mehek e li ber xwe didin. Vê civakê bi fikrê xwe bi rêxistin kiriye. Civaka ku ji bo azadiya xwe mirinê dide ber çavên xwe heye." Şerê TSK'ê û komên girêdayî wê 32 rojin li dijî Efrînê didomin. OSO ku komên El Qaîdê yên Selefî, DAIŞ di bin baneyên xwe de kom kirine li tenişta TSK'ê de 32 rojin bi tang, top û balafiran êrîş dikin. Têkildarî şerê mehekê, berxwedana Efrînê û polîtîkayên Tirkiye yên li ser Efrînê, Berdevkê YPG'ê yê Efrînê Brusk Hesekê ji Ajansa Mezopotamya re nirxandinên girîng kirin.    Şerê li Efrînê mehek derbas kir. Asta ku niha hatiye çiye?    Pêvajoyek pir tijî berxwedaniyek pir mezin a bi rihê serhildanê ya gel û şervanên azadiyê yên ku dawiya wê tune ye pêş ket. Elbet di roja destpêkê dewleta tirk got di nava çend seatan de “3 seatan” piştre got 3 rojan û niha 32 roj derbas kir. Êdî dibêje ne diyar e wê kengê bi dawî bibe. Ev çi nîşan dide? Di rastiya xwe de dewleta tirk wisa bawer nedikir dê berxwedanek wisa mezin bê nîşandan. Her wiha ev hêzên veşartî û vekirî ku niha me qala wan kir.    Yên vekirî jixwe me niha jimart ew ên El Qaîde, komên Selefî yên wek e El Nûsra û DAIŞ û komên ji wan veqetiyane yên OSO, yanî em dikarin bibêjin ev hêzên di nava wan de dewleta tirk û Qatar bi xwe ne. Yên din jî ku wê dahf didin, rê jê re vekirine, Efrîn kirine bazara bazirganiyê ya xwe. Yek ji wan Rûsya û ya din jî bêdengiya dewletên NATO’yê, ev bêdengiya wan wateya piştgiriyê didin dewleta tirk. Yanî ev hemû hêzan dema mesele dibe “Kurd” hemû hêzên di siyaset-leşkerî û di hemû qadan de dijberên hevin, dibin yek an jî dibin wek e “Meymûnê nabîne, nabihîse, naxivim”.    Komên ku xwe wek e “Ceyş El Hur” (Artêşa Azad) bi nav dikin û komên selefî yên di bin navê El Qaîdê de derketine qadê, di 7 sal şoreşa me ya Sûriyê de tu car li hev nekirine, her tim li hemberê hev di nava pêvçûn, şer, kuştin, birîndarkirin, talankirin û hwd in de bûn, niha dema mesele bû kurd ew jî bûne yek. Ji ber vê yekê jî ev şerê niha tê kirin ne şerekî ku karibin bi du-sê gotinan îfade bike ye, şerek pir alî, mezine, şerekî nav jê re nehatiye danîn. Lewra niha di vî şerî de dewleta tirk ji balafirên şer bigire, bi helîkopterên “Super Kobra” ya Rûsiyayê daye wan, hemû çekên giran, teknîka herî xûrt û bi ragihandina xwe yê xapandina civakê ya li ser “Hişmendiya civakê” dilîze, ev “Mehmetçîk”ên xwe yên ew dibêjin ‘di her şert û zirûfên zahmet de hatine perwerdekirin” û komên çete yên girêdayên wan,  li ser gelê Efrînê dimeşîn e. Lê li hemberê vana 32 rojin berxwedaniyek heye.    Bi van ewqas tiştên ku me hejmart, dewleta tirk radibe dibêje ‘ Me pir cih girtiye’. Em rastî bibêjin niha cihê ku ew dibêjin di navbêra 25-30 gund ketiye destê wan lê piraniya van gundan jî wek e qadên vala ne, yanî şer û pêvçûn didom e. Eger dewleta tirk di van 32 rojan de ewqas gund ji bo xwe wek e serkeftin dibînin em wisa lê meyze nakin. Tiştê em digirin dest, berxwedanî, têkoşîn, şer û pêvçûnên ku di 31 rojan de li hemberê van teknîkên herî pêşketî hatî dayîn, digirin dest. Dewleta tirk di nava van 31 rojan de pergala wî li erdê ket. Bêguman ev ne tesbîta me tenê ye, êdî dinya alem hemû dît ku dewleta tirk li bin ket. Yê bi ser ket civaka Bakûrê Sûriyê ku pêşengtiya wan YPG/YPJ û QSD dike, gelê ereb, gelê tirkmen ên di herêma Efrîn û Şehba de xwe birêxistin kiriye, gelê bi pêkhat û her wekê din xwe rêxistin kiriye, li hemberê hemû cure teknîk û çekên dewleta tirk a faşist li berxwe didin e. Bi şervanên azadiyê yên gelên Bakurê Sûriyê bi rihê Avestayan, wek e Barînan, weke Şoreş û Kendal an, bê tirs û bê teredût çûna ser hedefan de bi rihê canfedayî vê berxwedaniyê didin meşandin.    Ev rastiyeke, kêm dewlet hene li hemberê teknîk û çekên wiha pêşketî ku dewlet li hemberê dewletan bikar tîne ewqasî li berxwe dabin, tuneye tenê li vir heye. Dewleta Iraq bi ewqas çekên xwe, balafirên xwe û bi her tiştên xwe yên pêşketî, Serokekî dîktator a Seddam Huseyîn ku kes newêribû jê re bêje “Siya te xwar e” çend rojan li ber êrîşên Amerîka li berxwe neda. Dîsa Kibris ku jixwe re digot “Ez dewletim” çend roj xwe li ber Tirkiyê neda. Ewqas dur neçin binêrin Kerkûk ewqas mezin bû çend seatan li berxwe neda. Lê Efrîn ku bajarekî biçûke, ev 31 rojin li berxwe dide ji bo wê em dibêjin dagirkirina dewleta tirk a 25-30 gundan ne tişteke an jî ne serkeftina wan e. Ev 31 rojin berxwedana hatî kirin, hatî dîtin, ne hêst û nayê nivisandin jî. Hele hele civak û şervan an jî artêş bûbin yek kes nikare bide windakirin. Ne 25 an jî 30 gund hema bikevin Efrînê hemû dagir bikin jî ne serkeftina wan e, ev binkeftina wan e. Ji ber ku ev tabloya li pêşiya me ne tabloyek biçûk e. Yanî wisa hesab bikin nêzî 50 hezar hêz li hemberê me ye. Her gundek her heremekî biçûk bi dehan qazan lê neketibe tuneye, her der bi balafiran tê bombebarankirin û tên topbaran kirin.  Li hemberê vê bi gel û şervanan re tu car me negot em ê bin bikevin, em ê nebêjin jî. Ewqas dewleta tirk bi ragihandina xwe dide pêş, “Vaye pergala YPG/YPJ me belav kiriye, em ewqas pêşve çûne” ev dewleta ku duyemîn hêza mezin a NATO’ye, dewleta 8’mîn a dibêje di cîhanê de mezin, tenê xwe dinepixîne, dibêje “ez mezin im”, lê biçûkbûna wê dide nîşandan. Bi çalakiya Avesta Xabûr û piştgiriya hemû gelê bakurê Sûriye û tevahiya kurdên li welatên cîhanê, pergala dewleta tirk li erdê xist.    Baş e armanc ji vê çiye, çima dewleta tirk ewqas israr dike?   Hedefa yekemîn a ku dewleta tirk di nava 31 rojan de dixwaze bike, hewil dide demografiya herêma Efrînê biguherîn e. Qaşo xwe demokrat nîşan dide, dibêje ez dixwazim gelê Sûriyê koçber bûne wan bi di derekî de bi cih bikim, nizanim hinek welatî hene divê cihek ji wan re bibînim, ji bo vê jî dixwaze di Efrînê de biguherîne. Niha gelek hêzên selefî û talanker di bin banê Tirkiyê de tanzîm kirine, niha jî dixwaze malbatên van komên çete bûne bela serê wî, dixwaze wan di heremê di bi cih bike. Bi rastî jî ev tiştekî pir xeter, tehlîke ye. Yanî ev tê çi wateyî ji bo vê yekî bike divê niştecih an jî gelê heremê bi mal û milk, dar û kevirên wê hemû ji holê rabike û ji nû ve van kesan di vir de bi cih bike. Niha em jî bi riya Ajansa we de ji Erdogan re bibêjin ‘ Te dîroka gelê kurd nexwendibe, te vê rastiyê nebihîstibe an jî nizanibî, fermo dê keç û xortên Efrînê nîşanê te bidin, wê te fêr bikin.’ Ji ber ku yek kes tenê jî bimîne dê nehêle tu vê armanca xwe ya qirêj û kîrêt pêk bînî.    Armanca Tirkiye hat zanîn, lê li hemberê vê Amerîka û dewletên Ewropî çima bêdengin û Rûsya qada hawayî vekir jê re, sedem çiye, çi guherî?   Ya rastî, me di serî de jî got dixwazin Efrînê bikin qurbana bazara zihniyeta tucariya xwe, yanî hemû cure bazirganiya xwe. Lê ne bes Amerîka û Rûsya tenê, hemû dewlet û welatên koalisyon û yên din jî bi bêdengiya xwe bûne hevkarên vê bazariyê. Ev dikevin berxwedaniya 32 rojî de, heta niha tu dewletekî li hemberê vê komkujî, îtîfala dewleta tirk a li ser gel dimeşîne daxuyaniyekê xûrt, bertekekî ji dil li dijî ewqas çekên kîmyawî tên bikaranîn, kuştina zarok, jin û sivîlan tê kirin, nehatiye dayîn. NATO şirîkê vê komkujiyê ye, jixwe Rûsya ji roja destpêkê şirîkê wan e. Niha Rûsya bazarkirina Xazê li ser Efrîn tê kirin. Yanî êdî hatiye asta ku bazariya dê xaz çewa ji Tirkiyê bê Rûsya û çewa bazariyê bê kirin, tê kirin û ev hatiye plankirin ku ji bo vê jî dewleta tirk êrîşên hewayî û erdê bi serbestî bike.    Ez vê rast e rast dibêjim ‘Dewleta tirk ewqas jêhatî be bila dev ji wan balafir û teknîkên çek berde û wisa were şer, welewkî ne tenê deh hezaran bila sed hezaran were hemberê YPG/YPJ şer bike, eger di nava heftiyek-deh rojî de wan di Anqere de dernexist, em ne tiştekin. Ne ku em niha pesnê xwe didin, ji ber ku dewleta tirk tenê bi teknîka çek û balafirên xwe encax dikare şer bike. Ji ber vê yekê ye em dibêjin Rûsya jî û dewletên NATO û ewropa di vê mijarî de şirîkên wî ne, hinek bêdengiya xwe hinek jî bi destûrdayîna xwe û dayîna çekan. Ji ber vê yekê ye lîstokek pir qirêj li ser Efrîn heye. Van qirêjiyên din jî wê rojên pêş de derkevin holê, bi riya berxwedan û têkoşîna gel û şervanên azadiyê yên Efrînê pêk were. Niha van dewletan Sûriye perçe kirine, Rojavayê Çemê Firatê û Rojhilatê Çemê Firatê li hev parve kirine. Çavên me ne li destê wan e jî, dibêjin Rojavayê Çemê Firatê ya Rûsiyaye em nikarin xwe têkil bikin. Diyare jixwe ev zihniyeta parçekirina Sûriyê ye. Jixwe rejîma Sûriyê jî li holê nemaye, aliyek ve Îran aliyek ve Rûsiya wisa dimeşin, heta niha jî ji bo Efrînê tu piştgiriyek ji bo Efrînê nehatiye kirin an jî gotinek jî negotiye.    Dewlet li gorî berjewendiyên xwe tev digerin, lê saziyên piştgiriya mirovan ên navneteweyî bêdeng in. Ev tê çi wateyê?    Bêdengî didome. Tirkiye li Efrînê çekên kimyewî teqandin. Berê jî li gundê Şêxrûze yê navçeya Bilbilê  topa di destê komên çekdar de teqîya bû. Gaza sarîn belav bûbû. Bandor li ser komên çete kiribû. Ji ber ku di nava wan de teqîya bandorek mezin liser wan kir. Li gundê Kevirê ker ê navçeya Bilbilê li dijî yekîneyên me yên YPG/YPJ bombeyên napalmê diteqînin. Dîsa li gundê Erînê yê navçeay Şiyê ji ber gaza kimyewî 7 sivil birîndar bûn. Di lêkolînê de hat ditin ku gaza klorê avêtine gund. Tirkiye jî wekî Saddam  ji bo gundan koçber bike û ji me biqetîne çekên kimyewî bikar tîne. Wekî hişmeniya El Kaide êrîşî warên dîrokî, çandî u pîroz dike. Divê kesên bêdeng êdî bibînin û bibhîzin. Em saziyên serbixwe dawetî vir dikin. Em dixwazin sûcdarên şer li vir tespît bikin.    Efrîna biçûk di dilê mirovahiya cîhanê de navê xwe nivîsand. Ji bo Efrînê 4 perçeyên Kurdistanê û hemû gelê me yên li Ewropa bûn yek. Em wekî hêzên YPG/YPJ'ê hemû mirovahiyê silav dikin. Em serkeftinê ji têkşina wan re dixwazin. Herikîna mirovan a Efrînê ji bo me bû hêzek mezin. Me wekî YPG/YPJ'ê dît ku gelê me li pişt me ye. Êdî tu hêz nikare pişta me bixe erdê. Em bang li mirovahiyê dikin ku destê xwe bidin YPG/YPJ'ê da ku em vê faşîzma li ser mirovahiyê pêş dikeve bişkînin. Li Efrînê xwîna hemû gelan tev li hev bûye û hemû gel li Efrînê bûne yek. Baweriya me ya ji serkeftinê tam e. Efrîn, Efrîna gelan e. Heta ku YPG/YPJ hebe, tu kes nikare li ser Efrînê xeyalan bike.   MA / Erdogan Altan