Ayla Akat Ata dê derbixin edliyê 2018-02-20 13:15:19 AMED – Aktîvîsta TJA’yê ya duh li Amedê hat binçavkirin dê îro derbixin edliyê.  Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê ya berê Ayla Akat Ata duh li Amedê li ber mala xwe hatibû binçavkirin. Hat zanîn ku dê piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan a Amedê li bendêyê ku Akat Ata ji bo îfade dayînê derbixin Edliya Amedê. Hat hînbûn ku Akat Ata bi hinceta di axaftinek xwe ya li navçeya Gole ya Erdexanê ya di 2015’an de bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” li ser daxwaza Serozgeriya Komarê ya Erdexanê hatiye binçavkirin.    Li bendêye ku Akat Ata bi riya SEGBÎS’ê îfade bide dozgerê lêpirsîn daye destpêkirin.