100 rojin di çalakiyê de ye 2018-02-20 12:36:34 ÎZMÎR - Karkerê şaredariya Îzmirê Mahîr Kiliç ê ji ber hat dûrxistin, ji bo dîsa mafê xwe kar bistîne 100 rojin di çalakiyê de ye.  Karkerê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê ya CHP’î Mahir Kiliç ê ji kar hat avêtin, 100 rojin bi armanca karê xwe bi dest bixe di çalakiyê de ye. Kiliç, bi piştgiriya 7 hevalên xwe çalakiya xwe didomîne. Kiliç ku 100 rojin di greva birçîbûnê de ye, heta niha 15 kilo zeîf bûye û pirsgirêkên tansiyonê derketin holê. Dîsa li gel pirsgirêkên tenduristî pirsgirêkên xewê jî xwe didin der.    'HETA DAWÎ EZÊ DI BER XWE BIDIN'   Kiliç, diyar kir ku tevî 100 rojin di çalakiyê de ye jî heta niha sendîkaya Genel Îş, şaredariyê û hukûmetê têkildarî parastina mafê wî tu gav neavêtiye û wiha got: "Ya ku ez ji kar derdxistim şaredariya CHP’î ye. Bila her kes baş zanibin ku heta em dîsa li karê xwe vegerin û em mafê xwe bi dest bixin têkoşîn û berxwedana me dê bidnome. Me roja ewil çi got em niha ji heman tiştî dibêjin. Em hêza xwe ji mafdariya xwe distînin. Ev ne tenê pirsgirêka Mahîr Kiliç e. 298 karker ji karên xwe hatin dûrxistin. Ev karker 25 salan di şaredariyê de xebitîn, lê îro tev ji kar avêtin."    Kiliç, anî ziman ku di milê hiqûqî de doz vekir û doza wî dê di 6'ê Hezirana 2018’an de bê dîtin. Kiliç, anî ziman ku rayedar gefan li karkeran dixwin ku şahidiya wî nekin û wî tenê bihêlin.    Kiliç, anî ziman ku hevalên wî yên karker aşkere dibêjin ku li ser wan zext hene û nikarin piştgiriyê bidin wî.  Kiliç, xwest Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kılıçdaroglu û parlamenterên CHP'ê neheqiya ku şaredarî li wan dike bibîne û li dijî vê yekê helwesta xwe nîşan bidin.