Kemalbayê sewqî dozgeriyê kirin 2018-02-20 11:48:52 ENQERE-  Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Serpîl Kemalbay sewqî dozgeriyê kirin.  Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Serpîl Kemalbay piştî 7 rojên di bin çavan de û lêpirsîna wê ya li midûriyeta polîsan bi dawî bû, sewqî dozgeriyê kirin. Karê îfadeyê ya Kemalbay a li dozgeriyê dest pê kir. Tevî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî parlementerên HDP'î ji bo Kemalbayê hatin edliyeyê.  Li gor agahiyên ku parêzeran dan, di lêpirsîna li emniyetê de axaftina Kemalbayê ya di 4'ê Sibatê de di konferasana HDP'ê de kiriye û axaftina wê ya di kongreya HDP'ê ya 11'ê Sibatê de jê hatine pirsîn. Kemalbay bi "teşwîqkirina gel a ber bi kîn û nefretê" û "propagandaya rêxistinê" tê tawanbarkirin.