Qantir binçav kirin dê sewqi dozgeriyê bikin! 2018-02-20 11:21:48 ŞIRNEX – Leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Qilebanê qantir desteser kirin. Xwediyê qantiran C.A. bertek nîşanî desteserkirina qantiran da û got: "Qantir binçav kirin. Piştî karê wan ê lêpirsînê qediya dê wan sewqî dozgeriyê bikin."  Leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Qilebanê li gundê Mêrgehê 4 qantirên C.A. desteser kirin. Xwediyê qantiran C.A. yên ku hêj qantirên xwe ji leşkeran nestendine, bertek nîşanî desteserkirina qantiran da û got: "Leşkeran bi hinceta li ser wan çixareyên qaçax hebûn qantir binçav kirin û birin qereqolê. Piştî karê wan ê lêpirsînê qediya dê wan sewqî dozgeriyê bikin."    'DÊ WAN DERXIN DOZGERIYÊ'    C.A., anî ziman ku ji bo qantirên xwe ji qereqolê bistîne çend kes xistin navberê û bi rayedarên leşkerî re hevdîtin kirine û wiha got: "Rayedarên leşkerî diyar kirin ku niha qantir di binçavan de ne. Karê wan didome. Pişti karê wan qediya dê sewqî dozgeriya Qilebanê bikin."