Ji ber wêneyê parlementeran daliqand, 2 sal ceza ji wî dixwazin 2018-02-20 10:05:51 STENBOL - Der barê Hevserokê HDP'ê yê Beykozê de, bi hinceta wêneyên parlementerên girtî û hevşaredaran daliqandiye, bi daxwaza 2 sal cezayê girtîgehê îdianame hat amadekirin.  Li avahiya navçeyê ya partiyê daliqandina wêneyên parlementerên girtî yên HDP'ê û hevşaredaran sûc hat hesibandin. Serdozgeriya Komarê ya Beykozê der barê Hevserokê HDP'ê yê Beykozê Şevket Çîftçîoglû de, bi hinceta li avahiya navçeyê wêneyên kesên navborî daliqandine, bi "sûc û pesinandina sûcdar" tawanbar kir.    Di îdianameya ku çend roj berê der barê Çîftçîoglû hat amadekirin de, tê xwestin ku 2 sal cezayê girtîgehê lê bê birîn.    Ger îdianameya Çîftçîoglû ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliyeyê ve bê qebûlkirin, wê di demeke nêz de darizandin dest pê bike.