Têkoşîna ji bo zimanê kurdî berdewam dike! 2018-02-20 09:26:12 AMED – Sibê 'Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê’ ye. Li Tirkiyeyê her çiqas ji hêla desthilatdariyê ve tundiya li ser zimanê kurdî dewam bike jî gele kurd li dijî pişaftinê têkoşîna xwe berdewam dike. 19 sal in UNESCO û gelek saziyên navnetewî ji bo ku balê bikişinin ser zimananê dayikê û zimanên bi tunebûnê re rû bi rû ne, 21’ê Sibatê roja ‘Zimanê Zikmakî ya Cihanê’ pejirand. Dîroka vê rojê ji serhildanên gelê Bangladeş yên li hemberî rejîma desthilatdar a Pakistanê tê. Rejîma Pakistanê di sala 1948’an de zimanê xwe yê fermî li ser gelê Bangladeşê ferz kir. Lê gelê Bangladeş ev ferzkirina bişaftina li ser ziman û çanda xwe ne pejirand û li dijî Dewleta Pakistanê di 21’ê Sibata 1952’yan dest bi serhildanê kir. Di vê serhildana gel de hemû xwendevan, akademisyen karker cih gir. Li dijî vê serhildanan gelê Bangladeşê, Dewleta Pakistanê êrîşên hovane da destpêkirin û di encama êrîşan de gelek bangladeşî hatin kuştin. Piştî 48 sal li ser vê bûyerê re derbas bû, di 21'ê Sibata 1999’an de UNESCO'yê û gelek saziyên navnetewî ev roj  Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê qebûl kir   DIXWAZIN ZIMANÊ KURDÎ TUNE BIKIN   Her çendî 'Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê’ li gelek deverên cihanê bê pîrozkirin jî hêj zextên li ser zimanan dewam dike. Bi taybetî bi salan e li Kurdistanê ji bo zimên zikmakî têkoşinek mezin tê dayin. Lê Dewleta Tirkiyeyê her dem bi qedexekirinê dixwaze pêşiya têkoşîna zimanê dayikê bigre. Dewlet bi hemû amurên desthilatdariyê hewl dide ku li şuna kurdi tirkî serdest bike. Gelê kurd bi berxwedanek mezin hem pêşiya pişaftinê girt, hem jî ji bo pêşxistina zimanê kurdî gelek sazî û dibistan vekirin. Piştî ku desthilatdariya AKP’ê li hemberî têkoşîna gele kurd konsepta tunekirinê da destpêkirin, ewil berê xwe da saziyên ziman.   SAZÎ Û DIBISTANÊN KURDÎ TEV GIRTIN   Desthilatdariya AKP’ê di nava du salên dawî de saziyên  Komeleya Lêkolîn û Pêşvexistina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) a ku 37 şaxên wê hene û Enstîtuya Kurdî ya Stenbol a ku lêkolin û perwerdeye zimanê kurdî dikin, bi hênceta Rewşa Awerta (OHAL) girt. Dibistanên  Dibistana Seratayî ya Ferzat Kemanger, Dibistana Seratayî ya Bêrîvan'w, Dibistana Seratayî ya Dayika Uveyş û Dibistana Melayê Cizirî ya perwerde didan bi sedan zarokan, tev girtin. Ji bilî van dibistanan, şaredariyên DBP'ê gelek kreşên bi kurdî perwerde didan zarokên kurd vekiribûn, piştî qeyûm tayînê şaredariyan kirin, ev kreş û dibistanên girêdaye şaredariyan tev hatin girtin.   HEDEF JIM Û ZAROK IN   Ruxmî OHAL û hemû hewldanên desthilatdariya AKP’ê jî gele kurd li dijî pişaftinê li ber xwe dide. Di vê çerçoveyê de li Amedê Komelaya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê hat avakirin. Du mehin komeleyê dest bi xebetan xwe kirine û hem li avahiya xwe hem jî li gelek avahiyên saziyên sivil şagirtan perwerde dikin. Hevseroka Komelaya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê Mine Karakaş, ani ziman ku di salên dawî de dewletê li dijî jin û zarokan polîtîkaya kûr kiriye û wiha axivî: “Pişaftina li dijî jinê derbasî civakê dibe. Ji ber wê jin kirine armanc û pişaftinê li ser jinê kûr dikin. Divê jinên kurd di vî warî de hişyar bin.”   Karakaş destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tene komelaya wan perwerdeya zimanê kurdî dide û wiha axivî: “Heta kurdî nebe zimanê fermî, dê xetereya pişaftinê dewam bike. Her çiqas desthilatdarî bêje 'Zimanê kurdî azad e', rewş ne wisa ye. Tundî û qedexeya li ser zimanê kurdî dewam dike."   ‘TÊKOŞÎN JI BO HEMÛ ZARAVAYÊN KURDÎ YE’   Mehmet Salih Ongun mamosteyê komaleyê ye. Ongen destnîşan kir ku ziman netewe û nasnameya wan diyar dike û ji bo wê divê têkoşîna ziman xurt bibe. Ongun bal kişand ser rewşa awerte û tundiya li ser ziman û wiha pêde çû: “Bi sedan sal e li ser ziman zext hene. Lê em gihiştin astekê. Divê ji îro pê de ev kar  berdewam bike. Ji bo vê xebatê jî me ev komale vekir. Em dixwazin hemû zaravayên kurdî bi pêşve bibin. Ger ku nifşê nû fêri kurdî bibin, dê pişaftinê pûç bikin."   ‘DİVE EM HİŞYAR BİN’   Ongun, da zanin ku Dewleta Tirkiyeyê di civinên li Ewrupayê de dibistanên kurdî minak didan û îdia dike ku wan astengiyên li ser ziman rakirine û aşkera kir ku rewş ne wisa ye. Ongun bi lêv kir ku mabesta serdestan tunekirina zimanê civaka ne û wiha aixiv: “Îro gele kurd bûye xwedî hişmediyek. Neteweyebûyin bi ziman dest pê dike. Xwedî derkeftina ziman bi pêş dikeve. Lê disa jî divê em hişyar bin. Divê em li her derî bi kurdî binivisin û biaxivin."   Xebatkarên komeleya ziman bang li tevahiya civaka kurd kir ku serî li komaleya wan bidin û qeydên xwe çêbikin. Xebatkaran aşkera kir ku di komeleya wan de polên hemû astên perwerdeyê hene.   MA / Cihan Olmez