Bi koka Ribêsê şîfayê belav dike 2018-02-20 09:24:45 AGIRÎ - Mehmet Arpacioglu, bi kokên Ribêsa ku bi lêkolînan jî hatiye pesendkirin ku ji bo pençeşêrê baş e, debara xwe dike. Arpacioglu got ku dema koka Ribêsê bê kelandin û vexwarin, ji bo nexweşîna şekir, dil, made û bêhnçikandinê baş e.  Li Zanîngeha Atlanta ya DYA'yê berê hatibû lêkolînkirin ku koka Ribêsê ji bo nexweşîna pençeşêrê baş e. Mehmet Arpacioglu yê li Agiriyê dimîne, Ribêsên di meha Gulanê de berhev kirin, li nêzî Kolana Cumhuriyetê ya Agiriyê li ser tableya xwe difiroşe û pê debara xwe dike. Arpacioglu destnîşan kir ku dema Ribês bê kelandin û vexwarin, bi kêrî gelek nexweşînan tê.    Arpacioglu bi lêv kir ku bi dehan sal in gelê herêmê koka Ribêsê dikelînin û wiha got: "Koka Ribêsê bi kêrî nexweşîna şekir, pençeşêr, roviyan, tansiyon, bêhnçikandinê tê. Mirovên zanyar dibêjin ji bo agirê zarokan kêm bibe bi kêr tê. Mirov zaf dikirin. Hin kes dişînin bajarên rojava û Ewropayê."    ‘BERHEVKIRINA WÊ ZEHMET E'   Arpacioglu, aşkera kir ku ji berê de mirov dibêjin Ribês bişîfa ye û di meha Gulanê de tê berhevkirin û ev tişt got: "Em bi biviran diçin zozanan. Em kokên wan metreyekê ji binê erdê derdixin. Berhevkirina wan zehmet e. Paşê em wan tînin malê û kokên wan hûr dikin û difiroşin."    KÎLO BI 30 LÎREYÎ YE   Arpacioglu bi lêv kir ku ew kîloya wan bi 30 lîreyî difiroşe û wiha domand: "Pêşî em bi aveke nîvgermî dişon. Paşê em kokan di çaydanan an jî û di quşxaneyan de dikelînin. Wekî çayê tê demkirin û sor dibe. Paşê serê sibehê, nîvro û êvarî beriya xwarinê tê vexwarin. Tehma wê hinekî tehl e, lê fêdeya wê zêde ye." Arpacioglu diyar kir ku bi taybetî jî bijîşk Ribêsê dikirin û ev tişt anî ziman: "Ji Erziromê gelek bijîşk tên dikirin. Mirovên me ên extiyar jî gelekî dikirin. Çi zivistan çi bihar... Ji bo vexwarina Ribêsê demsal ne girîng e."    MA / Mujdat Can