Alpay: Polîtîkaya li ser ziman vegeriya polîtîkaya 12’ê Îlonê 2018-02-20 09:22:44 STENBOL – Zimanzan Necmiye Alpay bal kişand ser girîngiya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û ev tişt got: “Polîtîkayên desthilatdariyê yên demên dawî li ser ziman û wêjeya kurdî, vegeriya polîtîkaya 12'ê Îlonê. Çi dibêjin ‘Dê hemû zarok bi zimanê tirkî bên perwerdekirin.' Ev di makeqanûna 12’ê Îlonê de cih digirt.”  Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), 21’ê Sibata 1999’an wekî Roja Zimanên Dayikê ya Cîhanê qebûl kir. Ji wê rojê vir ve 21’ê Sibatê bi bernameyên cur bi cur tê pîrozkirin. Di serdemên derbasbûy de UNESCO'yê der barê zimanên cîhanê de raporek aşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku li cîhanê 6 hezar ziman hene û ji van zimanan nîvê wan bi tunebûnê re bi rû ne. Di heman raporê de hat gotin ku li Tirkiyeyê jî 18 ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne.    ‘OHAL’Ê ZEXT ZÊDE KIRIN’   Zimanzan Necmiye Alpay bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanên Dayikê ya Cîhanê, der barê polîtîkaya pişaftina li ser zimanan û bi taybetî zimanê kurdî de nirxandin kir. Alpay diyar kir ku sedemê herî mezin ên ku zimanan bi tunebûnê re rû bi rû dihêlin, polîtîkayên yekperest ye û wiha got: “Dema cara ewil pîrozkirina Roja Zimanê Dayikê yên Cîhanê di 2000’î de dest pê kir, behskirina ziman û wêjeya kurdî qedexe bû. Ji wê serdemê ve heta niha hin destkeftiyên zimanê kurdî çêbûn. Bi OHAL’ê re beşek girîng hatin sitendin. Desthilatdarî li hemû qadan ji nû ve vegeriya polîtîkayên zext û zilmê.”   ‘DEWLETÊ HÊRS ZÊDE KIR’   Alpay destnîşan kir ku zextên li ser zimanan û çandan tu deme ji bo civakan xêr ne aniye û wiha domand: “Em pir zelal dibînin, li welat hêrsa mirovan zêde bû. Li hember hev dijminahî bi pêş xistin. Dewlet jî vê helwesta dijminahî xwedî dike. Zêdebûna hêrsa di nav civakê de, bandorek mezin li ser çandê dike.”   'DIXWAZIN HER KES BI TIRKÎ BIAXIVE’   Alpay got ku dixwazin her kes bibe tirk û tenê bi tirkî biaxivin û wiha pê de çû: "Polîtîkayên desthilatdariyê yên demên dawî li ser ziman û wêjeya kurdî, dîsa kûr bûn û vegeriya polîtîkaya ‘Dê hemû zarok bi zimanê tirkî bên perwerdekirin.’ Ev pêkanî di makeqanûna 12’ê Îlonê de cih digire. Zexta li ser zimanan ne çareserî ye. Divê hurmetê nîşanî hemû zimanan bidin. ”    'HOVÎTIYA DAIŞ’Ê Û QEYÛMAN DIŞIBE HEV’   Alpay bal kişand ser daxistina tabelayên kurdî û hilweşandina peykerên pêşengên wêje û siyaseta kurdan jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibe ku navên kurdî bên daxistin. Lê nikarin ruhê kurdî ji dil û mêjiyê gelê kurd derxin. Yên ku winda bikin dê kesên tabelayan dadixin. Dê dîrok wan wekî dijminê çandê binivîse. Lê mirov êşa pelçiqandina çanda xwe dijî. Çawa DAIŞ’ê li Mûsil û Sûriyeyê dîroka gelan tune kir, qeyûman ji li dijî navên kurdî û nirxên kurdî heman tişt kir. Gelek dişibin hev. Ev hovîtî heman feraset e.”   Alpay bang li civakê kir ku gel xwedî li çand û zimanê xwe derkeve û girîngiyê bidin nirxên xwe.    MA / Bîlal Seçkîn