'Em berxwedana derve û hundur bikin yek' 2018-02-20 09:16:58 ÎZMÎR - Temur Taşdemîr ê 62 salî li Girtîgeha Mamakê li dijî cilên yek tîp li ber xwe da, piştî bi salan mijara cilên yek tîp careke din hat rojevê û li der ve ber xwe dide. Taşdemîr got ku "Ev peywir ji kesên li hundur zêdetir, dikeve ser milê kesên li derve." Hikumeta AKP'ê bi Biryara Di Hikmê Qanûnê De (KHK) ya bi hejmara 696'an, pêkanîna cilên yek tîp li ser girtiyan ferz dike. Piştî ev zext hatin rojevê saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî ketin tevgerê. Li dijî pêkanînê li gelek deverên Tirkiyeyê Koordînasyona Li Dijî Cilên Yek Tîp hat avakirin.   Di koordînasyonê de 32 saziyên demokratîk cih digirin, bi malbatên girtiyan re tên gel hev dê têkoşîneke çawa bimeşînin bi hev re nîqaş dikin. Di koordînasoynê de kesên demên borî li dijî cilên yek tîp li ber xwe dane jî cih digirin. Ev kes beşdarî panelan dibin, li dijî pêkanînê dê têkoşînek çawa bê dayîn, tecrûbeyên xwe ji gel re parve dikin.   Ji van kesan yek jî Tîmur Taşdemîr e. Taşdemîr di serdema 12'ê Îlonê di sala 1981'an de li Girtîgeha Mamakê, Aydin û piştre li Girtîgeha Nazîlliyê dimîne û di sala 1991'an de tahliye dibe.   Taşdemîr, nija berdevkê Komeleya Demokrasî û Piştgiriya 78'an a Egeyê ye.   Taşdemîr di Sibata 81'an de li Enqereyê tê girtin û 45 rojan li emniyetê tê girtin û piştre dişînişn Girtîgeha Mamakê, di sala 1987'an de li Girtîgeha Aydinê dimîne. Piştî pê dihisin ku li Girtîgeha Aydinê tunel tê kolan, sirgûnî Girtîgeha Nazîlliyê dikin. Di sala 1991'an de qanûnek tê derxistin û serbest tê berdan.   BERXWEDAN VEGOT   Taşdemîr, dema di girtîgehê de dimîne îşkenceyên giran dibîne, têkoşîna ku girtiyan wê demê daye wiha vegot: "Girtiyan li dijî îşkenceyê li Mamak û girtîgehên din li ber xwe didan. Ev pêvajo destpêkê pasîf bû. An fermanên wan pêk ne tanîn, an jî piço piço pêk tanîn. Li Girtîgeha Mamakê destpêkê berxwedaneke giştî tune bû. 30 girtiyan li dijî zextan di sala 1982'yan de dest bi greva birçîbûnê kir û ji ber wê di zextan de beşek sistbûn çê bû. Lê demek kin ev rewş dewam kir."   ‘BI BERXWEDANÊ RE DEWLETÊ PAŞVE GAV AVÊT’   Taşdemîr, aşkera kir ku di sala 1984'an de li girtîgehan pêkanîna yek tîpê ferz kirine, lê girtiyan giştî ev pêkanîn red kirine û ev tişt anî ziman: "Piştî me cilên yek tîp red kirin, ji sibehê heta êvarê li me dan. Ev lêdan heta saet 04.00'an dewam kir. Di dawiya vê de beşeke girtiyan ev pêkanîn qebûl kiribe jî beşeke zêde ev qebûl nekir. Yêk qebûl kirin û yên qebûl nekirin ji hev du cuda kirin û berxwedaneke mezin dest pê kir. Ev berxwedan li hemû girtîgehan belav bû. Li Metrîsê Sagmacî, li Amed û tevahiya girtîgehan berxwedanê dest pê kir. Ev berxwedan li Mamakê bi hin hevhatinan bi dawî bû. Lê ev hevhatin, wê demê ji bo zext bên kêmkirin bû û 'dê yek tîp li xwe bikin; ferman komut dê tune be." Lê ev ji hêlekî tawîz dayîn bû. Ji ber ku îdareyê du mehan zext rawestand. Piştre dîsa zextan dest pê kir. Careke din li Mamakê greva birçîbûnê dest pê kir. Ji ber ku tawîzê tawîz bi xwe re dianî. Heke hûn carekî tawîzekî bidin, hûn nikarin pêşî lê bigirin û dê heta dawî biçe. Ji ber wê li Mamak û hemû girtîgehan grevên birçîbûnê dest pê kir. Malbatan li derve bexwedaneke mezin da destpêkirin. Zext li malbatan kirin. Bi berxwedanê re dewletê paşve gav avêt. Herî dawî di sala 1987'an de pêkanîn bi gişti rakirin."    'DIVÊ TÊKOŞÎNEK BI HEV RE BÊ DAYÎN'   Taşdemîr destnîşan kir ku bi berxwedana derve û hundur re, pêkanîn ji holê rabûye û wiha axivî: "Cihên ku me navê darbestê li wan kiribû, pir teng bûn û em 5 kes avêtibûn van cihên teng. Lê di vir de jî berxwedana malbatan a derve em kêfxweş dikirin. Dawiya dawî berxwedana derve û hundur ev pêkanîn şikand." Taşdemîr bi lêv kir ku piştî salan dîsa peywirek ketiye ser milê wan û wiha pê de çû: "Em dizanin ku dê girtî vê pêkanînê qebûl nekin. Ruxê her tiştî dê li ber xwe bidin. Lê ev kara tenê bi berxwedana wan dibe? Erê. Dê bi ser kevin. Lê dê pêvajoyeke hêj dirêj û zehmet bi xwe re bîne. Dê bibe sedema windahiyan, berdêl. Ji bo pêşî li vê bê girtin, divê raya giştî bê hişyarkirin û têkoşînek bi hev re bê dayîn."   MA / Ahmet Kanbal