Ji bo roja ziman bang: Di 21'ê Sibatê de li Taksîmê bin 2018-02-20 09:16:08 STENBOL – Mamosteyê Komeleya Lêkolînên Kurdî Bilal Yildiz, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bang li hemû kesan kir ku tev li daxuyaniya 21'ê Sibatê ya li Taksîmê bibin. Yildiz, diyar kir ku bi OHAL’ê re hemû tiştên bi kurdî hatine qedexekirin.  Rêveberê Komeleya Lêkolînên Kurdî Bilal Yildiz, bi minasebeta 21'ê Sibatê ku Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê qebûl kir, daxuyanî da. Yildiz, bang li her kesî kir  û xwest hemû kes beşdarî daxuyaniya wan a saet di 19.00’ê 21'ê Sibatê de li Taksîmê pêk bînin bibin. Yildiz, anî ziman ku heta niha bi sedsalan erişên mezin li ser zimanê Kurdî pêk hatin û wiha got: "Bi teybetî di van salên dawî de zext û zahmetiyen li ser kurdî zêde bûn. Yildiz, diyar kir ku piştî darbeyê OHAL li Tirkeye hat îlankirin û wiha got: "Piştî OHAL'ê kurd û kurdî bû hedef. Li Bajarên Kurdan her tiştên bi kurdî kirin hedef. Hemû komelê hatin girtin. Hemû tabelayên Kurdî hatin daxistin. Li kudere peyvek Kurdî hebe li wir erîşek pek hat. Navê parkan hatin guhartin. Navên kolanan hatin guhartin. Dibistanên zarokan hatin girtin. Li Stenbolê  jî Enstutiya Kurdî ya ku ev 20 salin xebatên Kurdî meşandin hat girtin. Bi kedake mezin hatibû van rojan. Lê di şevekê de bi KHK’yekê  mohr kirin. Ev pevejoyake pir giran bû ji bo me hemûyan. Hemû alav û arşîvên wê hatin desteserkirin. Ev zilmeke mezin bû ji bo me hemûyan.”   ‘EM Ê HESABÊ WÊ BIPIRSIN’   Yildiz, derheqe ermanca rapora ku amedekirin de jî axivî û wiha pê de çû: “Ermanca me ew e ku ev rapor bibe arşîv û di dîrokê de cih bigire. Da ku em piştî salan jî hesabê ve yekê bipirsin. Ji ber ku ev tiştê ku niha dikin sucekî mezin e. Niha hesap nadin lê em ê demekê hesabê vê yekê bipirsin. Ji ber vê yekê divê ev yek wek arşîv di destê me de bimîne.” Yildiz da zanîn ku hemû tiştên ku di raporê de cih digirin balkêşin û peyveke Kurdî jî hatibe qedeqekirin ev yek ji bo wan girîng e.    ‘KURT XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERDIKEVIN’   Yildiz diyar kir ku  serdest dixwazin Kurt Kurdî nejîn û wiha direjî da axaftina xwe: “Berê jî mafê kurdî dihatin binpêkirin. Lê di van salên dawî de ev yek zêde bû. Naxwazin Kurd bijîn û dixwazin kurdî bidin ji bîr kirin. Ermanç ev e.” Yildiz, diyar kir ku ji bo dawî li binpêkirina mafê kurdî bikin, divê ne tenê saziyên kurdî hemû civak bi hevre mil bidin hev û têbikoşin û wiha bi dawî kir: “Ziman divê bibê zimanê perwerdehiyê. Heta zimanek ne be zimanê perwerdehiyê ew ziman bi awayekî rêk û pêk nagihije hemû kesan û nifşan. Ji ber vê yekê jî ji aileyekî rewşa Kurdî niha pir xerab e ji aliyekî ve jî pir xurt e. Ji ber Kurd xwedî li zimanê xwe derdikevin xurte. Ji ber ku mafekî Kurdan tuneye ku zimanê xwe perwerde  bibine jî xerab e.” Yildiz bang li hemû kesan kir ku tevlî daxuyaniyan wan a ku lidarbixin bibin.    MA/ Sadiye Eser