Tirkiye di çavdêriya Rûsya de Efrîne topbaran dike! 2018-02-19 21:00:51   EFRÎN – Êrîşên balafir û hemû cure çekên giran ên dewleta tirk û OSO'yê li ser Efrînê di roja 31’emîn de dewam dike. Hat diyarkirin ku dewleta tirk ji heremên Idlib ên di bin çavdêriya Rûsiyayê de Efrîn topbaran dike. Her wiha TSK'ê li kampa penaberan a herêma Etmayê top û fuzeyan bi cih kir û ji wir gundewarên Efrînê topbaran dike.   Êrîşên TSK'ê û komên girêdayên wê yên li dijî gund, bajarok, navçe û navenda Efrînê di roja xwe ya 31’an de bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Li hemberê hemû êrîşan berxwedana gel û şervanên YPG/YPJ û QSD’ê jî didome. Dewleta Tirkiyeyê û komên OSO'yê ji 5 eniyên wekî Cindirês, Şiyê, Şêra, Bilbilê û Racoyê ve êrîş dikin û li gelek gundan şer dijwar bûye. TSK û komên girêdayê wê, heta niha neketine tu gundekî, ji ber pêvçûn berdewam dikin vala ne. Hat ragihandin ku şervanên YPG/YPJ û QSD’ê bi operasyonên taybet ên bi şev gelek caran leşkerên TSK’ê û OSO’yê heta ber sînor paşve diçin û balafirên şer dikevin dewrê û bombebaran dikin. Hêzên TSK û OSO'yê dixwazin bi balafirên şer û topbaranan encam bigirin, heta niha pêşketinek çênebûye.   QADÊN JIYANÊ TUNE DIKIN!   Heta niha gelek şûnwarên dîrokî, cihên pîroz ên wekî mizgeft û dêr bûn armanca êrîşan. Lê herî zêde qadên jiyanê yên wekî îstasyonên avê, firin, dibistan û hwd. di êrîşên balafirên şer, topbaran, obus û hawanan de tên tunekirin. Hat diyarkirin ku yek jî armanca TSK'ê û Tayîp Erdogan ew e, demografiya Efrînê biguherîne, ji ber wê herî zêde qadên jiyanî dike armanc. Li gor agahiyan, heta niha 23 firinên nan yên li navçe û navenda Efrînê, 32 dibistanên gund, navçeyan di êrîşên balafiran de hatin ruxandin û nema tên xebitandin. Her wiha heta niha 5 îstasyonên avê yên navçe û navenda Efrînê jî bûn armanca êrîşan.   Heta niha piraniya wan jin û zarok bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûne. Şêniyên gundan ên ku tên bombebarankirin tenê cih diguherînin an jî hinek ji wan tên navenda Efrînê.   RÛSYA DESTÛRÊ DIDE, TSK TOPBARANB DIKE!   Hat diyarkirin ku Tirkiye ji heremên ku di civîna Astana 7 de biryara “heremên kêm pêvçûn” hatibûn îlankirin, di bin çavdêriya Rûsiya, Îran û Rejîmê de navçeya Cindirês û gundewarên wê topbaran dike. Hat destnîşankirin ku TSK li Idlibê 8 baregehan ava kiriye, di bin çavdêriya Rûsyayê de Efrînê topbaran dike. Ji 8 navendên li Şêx Berekat, Selwê û Çiyayê Şêxkiras ên di bin çavdêriya Rûsyayê de, gund û navçeya Cindirisê topbaran dike. Wisa xuya dike ku Rûsya çewa qada hewayî ji balafirên şer ên TSK'ê re vekiriye, di heman demê de li ser erdê jî di bin çavdêriya Rûsyayê de Efrîn tê topbarankirin.   LI WARGEHÊN PENABERAN TOPAN DAVÊJE EFRÎNÊ!   TSK û komên girêdayên wê, çekên giran ên wekî top, fuze ‘Firtina’ li wargehên penaberan ên li herêma Etmê ya Idlibê bi cih kiriye û ji wir davêjin sivîlên Efrînê. Tê gotin ku ji ber vê yekê jî niha ve penaberên di kampê de ku ji Humus, Hema û Babê koçî Idlibê kiribûn û ji aliyê AFAD’ê ve hatine bicihkirin, ji wargehê derdikevin an jî tên derxistin. Ji ber topbarana ji vir tê kirin gelek sivîlên gundên girêdayên Efrînê tên qetilkirin û birîndar kirin.   MA / Erdogan Altan