Piştî 61 rojan ji 267 cenazeyan tenê cenazeyek teslîm kirin 2018-02-19 17:51:49 BEDLÎS - Ji 267 cenazeyên ku bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Bedlisê 61 roj berê ji Goristana Xerzan a Bedlisê derxistin tenê cenazeyê Dîlan Bingol teslîmî malbata wê kirin. Malbata Bîngol, cenaze li Tetwanê defin kirin.  Ji 267 cenazeyên ku 61 roj berê ji Goristana Xerzan a ligundê Oleka Jor derxistin û birin Saziya Tipa Edlî ya Stnebolê tenê cenazeyek teslîmî malbatê kirin. Cenazeyên ku 2 meh berê bi fermana Serdozgerdiya Komarê ya Bedlisê bi awayekî dizî ji goristanê derxistin û birin Stenbolê, 61 rojin li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê tên rawestandin. Gelek malbatan ji bo cenazeyên zaroên xwe bigirin serî li rayedaran dan, lê tenê malbata Dîlan Bingol cenazeyê xwe girt û birin li Tetwanê defin kirin. Lezgîn Bîngol, diyar kir ku ATK'ê di 16'ê Sibatê de cenaze ji Stenbolê şandine Bedlisê piştre dozger agahî dane wî û ew agahdar kirine. Lezgin Bîngol, anî ziman ku piştî cenazeyê Dîlan girt, birin Goristana Karşiyaka ya Tetwanê. Bîngol ji bo hemû kesên bûn alîkar ku cenae bigirin spasiyên xwe anî ziman.    Li aliyê din serdozgere komarê yê Bedlisê jî di meha çile de diyar kiribû ku dê di demek nêzîk de cenazeyan bidin malbatan.