Wê rewşa girtina parlementera HDP'ê Yildirim di 20'ê Adarê de bê nirxandin 2018-02-19 15:40:00 MÊRDÎN – Danişîna 3'yemîn a doza Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim hat taloqkirin. Dadgehê biryar da ku wê rewşa girtina Yildirimê di 20'ê Adarê de bê nirxandin.  Danişîna 3'yemîn a doza Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim ku bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" lê hat vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn pêk hat. Yildirimê ji ber mazeretekê tev li danişînê nebû. Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan, rêveberên HDP û DBP'î danişîn şopandin. Ji bilî nûçegihanên Ajansa Andolûyê (AA) destûra çapemeniyê nedaht dayîn.    Di danişînê de meqama îdiayê doza berdewamiya girtina Yildirimê kir. Paşê parêzerên Yildirimê axivîn û diyar kirin ku ew parêziya xwe ya berê dubare dikin û doza berdana Yildirimê kirin.    Piştî navbereke kurt, heyeta dadgehê biryara xwe daxuyand. Heyetê biryar da ku wê rewşa girtina Yildirimê di 20'ê Adarê de bê nirxandin.   Danişîn taloqî 9'ê Nîsanê hat kirin.