TSK gundên Efrînê bombe dike: 2 welatî mirin 8 welatî birîndar bûn 2018-02-19 15:02:29   EFRÎN -  TSK gundên Terendê, gundê Basûtê û gundê Derwêş ên Kantona Efrînê bombe dike. Li gundê Basûdê di bombebaranê de zarokekî 13 salî jiyana xwe ji dest da û 8 welatî jî birîndar bûn. Li ser gundê Derwêş ê navçeya Meydankê jî welatiyê 41 salî Rustem Ehmed Cûma jiyana xwe ji dest da.    Şerê TSK'ê yên li dijî Efrînê di 20'ê Çile de dabû destpêkirin di roja 31'an de berdewam dike. TSK û komên girêdayî wê 31 rojin bi tang, top û balafiran êrîşî Efrînê dike. Ajansa Nûçeyan a Sûriye (SANA) 3 roj berê ragihand ku TSK'ê li Efrînê çekêm kîmyewî bikar anîye. Serbijîşkê Nexweşxaneya Avrîn a navenda Efrînê Ciwan Mihemed jî 3 roj berê bilançoya sivîlên kuştî û birîndarên aşkere kiribû. Mihemed, diyar kiribû ku di bombebaranan de li Efrînê 170 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 460 sivîl jî birîndar bûne.    ZAROKEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA   Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê û nûçeyên ANHA, TSK'ê îro jî li gundê Terendê ya 2 kîlometre nêzî navenda Efrînê ye topbaran kirin. Di topbarana hêj jî berdewam dike de piraniya wan zarok û jin gelek kes birîndar bûn. Li gunde Basûtê ya 4 kîlometre rojavayê başurê navenda Efrînê jî topbaran kir. Di topbarana berdewam dike de zarokekî 13 salî jiyana xwe ji dest da û 7 sivîl birîndar bûn. Li aliyê din hat diyar kirin ku TSK'ê herêma Cindirêsê û navçeya Mabata ji topbaran dike. Balafirên şer ên TSK'ê jî herêma Raco û gundê Etmane bombe kir. Dîsa gundê Kobela û kampa Rûbar topbaran kir.    LI GUNDÊ DERWÊŞ DI BOMBEBARANÊ DE WELATIYEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA   Li gundê Derwêş ê Efrînê jî di encama topbarana TSK'ê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û sivîlek jî birîndar bû. Li ser gundê Derwêş ê navçeya Meydankê welatiyê 41 salî Rustem Ehmed Cûma di topbaranê de jiyana xwe ji dest da.