Li Şirnexê 32 kes hatin berdan 2018-02-19 14:35:52 ŞIRNEX – Li Şirnexê beriya 15’ê Sibatê 32 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan û kesek jî hat girtin. Li Şirnexê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê da destpêkirin de di 14’ê sibatê de li bajêr û navçeyên wê gelek kes hatibûn binçavkirin. Gelek kes hatin berdan û gelek kes jî hêj di bin çavan de ne.   Li Silopî 10 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 10 kesan 4 jê hatin berdan û der barê 6 kesan de jî agahî nehatin bidestxistin.    LI CIZÎR Û HEZEXÊ 23 KES HATIN BERDAN    Di heman dîrokê 20 kesên li Cizîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan. Li aliyê din du kesên di heman serdegirtinê de hatibûn binçavkirin jî hêj di binçavan de ne. Hat zanîn ku navê 70 kesan li lîsteya binçavkirinê de heye.    Li Hezexê jî 8 welatî hatibûn binçavkirin. 3 kes piştî li Edliyê îfade dan hatin berdan. Hat zanîn 5 kes hêj li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê tên ragirtin.   ATAMAN Ê LI ANTALYA BINÇAVKIRIBÛN HAT GIRTIN    Di çarçoveya heman lêpirsînê de li navçeya Elkê jî Endamê Meclîsa Şaredariyê Şukru Guven, rêveberê HDP’a Elkê Mehmet Ataman, Yusuf Ataman, Emîne Atamanû Îsmaîl Cîn hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê hatin berdan.    Di çarçoveya heman lêpirsîne de Cemal Ataman jî li Antalya hatibû binçavkirin. Ataman ê derxistin edliyê îfade da dadger û bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” hat girtin.