Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan şandin Rizeyê 2018-02-19 14:15:23 AMED - Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê şandin Girtîgeha Tîpa L a Kalkanderya Rîzeyê  Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, ku ji ber daxuyaniya li dijî şerê li ser Efrînê, di 7'e Sibatê de hat girtin, ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê şandin Girtîgeha Tîpa L a Kalkanderya Rîzeyê. Arslan ku 11 rojan bi tenê di hucreyê de ma, ji ber dermanên wî yên nexweşiya wî nedan wî zor û zahmetî jiyan. Arslan, ji ber nexweşiya nefesê emeliyat bûbû û ji ber emeliyat bûbû bi nexweşiya sedefê ketibû.