Li girtîgehên Xarpêt û Kirklareliyê girtî tên îşkencekirin 2018-02-19 13:37:58 NAVENDA NÛÇEYAN- Li Girtîgeha Jimare 2 a Xarpêtê, girtiyê bi navê Fûrkan Ûgûr got roja înan ji sibehê heta êvarî bi îşkenceyê re rû bi rû dimînin û ji bo hesasiyetê bang li raya giştî kir. Her wiha li Girtîgeha Tîpa E a Kirklareliyê jî 3 girtiyên hejmariya li ser lingan qebûl nekirin, avêtin hucreyê.  Li Girtîgeha Jimare 2 a Xarpêtê, girtiyê bi navê Fûrkan Ûgûr di hevdîtina bi riya telefonê re, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji malbata xwe re ragihand. Ûgûr got: "Li vir rewşa me qet nebaş e. Em tim bi îşkenceya fizîkî û derûnî re rû bi rû dimînin. Roja înan serê sibehê û êvaran tim tên qawîşan û me derb dikin. Bi awayekî zêde zext û zorî hene. Ji bo hesasiyetê em bang li parêzvanên mafên mirovan û raya giştî dikin."    LI KIRKLARELIYÊ 3 GIRTÎ XISTIN HUCREYÊ    Her wiha li Girtîgeha Tîpa E ya Kirklareliyê jî, hat diyarkirin girtî bi zextan û îşkenceyê re rû bi rû ne. Li gor agahiyên ku malbat û parêzer dan, 3 girtiyên navên wan nehat zanîn 3 roj berê xistine hucreyên yekkesî. Li gor agahiyên bi dest ketin, gardiyanan hejmariya ser piyan li girtiyan ferz kiriye. Lê belê girtiyên bertek nîşanî vê ferzkirinê dane hatine derbkirin û avêtina hucreyên yekkesî.    Girtiyan destnîşan kir ku bi taybetî di 20 rojên dawî de ew zêde bi van pêkanîn û ferzkirinan re rû bi rû dimînin û ji bo hesasiyetê bang li parêzvanên mafên mirovan û raya giştî kirin.