Umut 65 roj in li nexweşxaneyê tê razandin 2018-02-19 13:05:18 ÊLIH – Li navçeya Hezexê polîsan maşîneya zirxî li Umut Ozalp ê 4 salî qeliband û ew bi giran birîndar kiribû. Ozalp 65 roj in di beşa lezgîn de tê razandin. Li taxa Aşagimahale ya navçeya Hezex a Şirnexê di 17’ê kanûna 2017’an de polîsan maşîneya zirxî li Umut Ozalp ê 4 salî qeliband û ew bi giran birîndar kiribûn. Ozalp ê biçûk 65 roj in di unîteya beşa lezgîn a li nexweşxaneyek taybet a Êlihê de tê razandin. Xetereya jiyanî ya Ozalp dewam dike û ji ber mêjiyê wî edem girtiye di rojên derbasbûy de emeliyat kirin. Lê dîsa jî xetereya jiyanî ya Ozalp didome.   Nezîr Ozalp ê yê her roj diçe cem kurê xwe wiha got: “Bijîşk dibêjin emeliyat serkeftî derbas bûye. Lê li gel vê yekê duh çawaye îro jî rewşa wî heman e. Tu pêşketin tune ye. Ji bilî hêvî mayîna me tu çareyek me nîne. Ez û dayika wî her roj Umut masaj dikin, lê tenê di vê kêliyê de bi liv û tevger dibe. Em daxwaz dikin demek zûtirîn zarokê me bizivire jiyana xwe ya berê.”