Rojnamevan Îdrîs Sayilgan nehat berdan 2018-02-19 12:03:38 MÛŞ - Rojnamevan Îdrîs Sayilgan ku 16 mehin girtiye, di danişîna duyemîn de jî nehat berdan.  Danişîna duyemîn a doza nûçegihanê DÎHA'yê ku bi KHK'ê hat girtin Îdrîs Sayilganê 16 mehin girtiye, li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Mûşê pêk hat.  Rojnamevan Sayilgan ji Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê, bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. 4 kesên din ên ji heman dozê girtî ne jî bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn. Heyeta dadgehê biryara berdewamiya girtina Sayilgan û 4 kesên din da.