Li Îzmîrê 30 kesên hatibûn binçavkirin derxistin edliyê 2018-02-19 12:02:28 ÎZMÎR – Li Îzmîrê di 6’ê sibatê de Endama MYK’ê ya KESK’ê Elîf Çuhadar jî di nav de 30 kesên hatibûn binçavkirin, derxistin edliyê. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ya da destpêkirin di 6’ê sibatê de li gelek bajaran operasyon pêk hat û gelek kes hatibûn binçavkirin. Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Elîf Çuhadar jî di nav de 30 kesên hatibûn binçavkirin ji bo darizandina dozgeriyê derxistin Edliya Îzmîrê.   Polîsan derdor û hundirê edliyê dorçê kirin. Li bendê ye li dozgeriyê îfadeyên kesên binçavkirinê bên girtin.