Dadgehê îtîraza têkildarî mirina Muharremê 2 salî red kir 2018-02-19 09:52:45 WAN – Dadgehê îtîraza Serokê Baroya Wanê Murat Timur ya li dijî biryara Serdozgerê Komarê ya Wanê ya "Pêdivî bi şopandina doza kuştina Muharrem Taş ê 2 salî tune ye", red kir.  Timur, diyar kir ku biryar li dijî hiqûqê ye û ew dê serî li AYM'ê bidin.  Serokê Baroya Wanê û parêzerê malbata Muharrem Taş Prz. Murat Tîmûr, biryara Serdozgerê Komarê yê Wanê ya "Pêdivî bi şopandina doza kuştina Muhterem Taş ê 2 salî tune ye" bi daxwaznameya ji 8 rûpelan pêk tê îtîraz kiribû. Prz. Tîmur, serî li 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Wanê dabû û xwestibû doz bê vekirin. Lê 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Wanê bi gotina "Biryara Serdozgeriya Komare ya Wanê ya 'Pêdivî bi lêpirsinê tune ye' li gorî ûsûl û zagonan e û red kir. Dadgehê îtîraza dayik û bav Halîse Taş û Abdullavahap Taş ên bi riya parêzer li dadgehê kirin red kir.    TÎMUR: EM DÊ SERÎ LI DADGEHA QANÛNA BINGEHÎN BIDIN   Parêzerê malbatê Murat Tîmur,  anî ziman ku biryara dozger û dadgehê li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Ji bo kesên ji mirina pitikê 2 salî Muharrem berpirsiyar bên darizandin û cezakirin em dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin."    Li mezraya Çelî ya gundê Yalincaya Payîzavaya Wanê di 1'ê Sibata 2014'an de zarokê 2 salî Muharrem Taş ji ber nexweşiyê û girtina rê jiyana xwe ji dest dabû. Bav Taş cenazeyê kurê xwe di tûrik de ji bo otopsiyê anîbû bajêr. Serdozgerê Komarê yê Wanê der barê mirina Muharem Taş de biryara "Hewce bi lêpirsînê tune" da. Li li ser vê malbata Taş bi rêya parêzer biryara dozger itiraz kir.    MA / Mahmut Ruvanas