Civaknas Başer: Şer û OHAL travma civakî pêk tîne 2018-02-19 09:10:52 AMED – Civaknas Mehmet Emîn Başer diyar kir ku rûxandina herî mezin a OHAL û şer li ser jin û zarokan tê kirin û li Tirkiyeyê travma civakî diqewime û mirovên neheqî li wan tê kirin jî tên bêdengkirin. Şerê li Tirkiyeyê diqewime û pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) di nav civakê de birînên kûr vedike û hemû mafên civakê tên sînorkirin. Civaknas Mehmet Emîn Başer rewşa pirsgirêkên civakî yên li Tirkiyeyê nirxand û got ku şer hemû beşên civakê û nirxên darazî hejandina travmayek civakî pêk tîne û şer û pêkanîn dij hiqûqî li ser jiyana rojane ya civakê dike. Başer da zanîn ku şer di civakan de herî zêde rê li ber windahiya jinaya mirovan vedike û ev yek koçberî, bêkarî, kuştina jinan, îstîsmarkirina zayendî ya li dijî zarokan û tengasiyên derûnî û gelek pirsgirêkên din ên civakî derdixe holê.   ‘CIVAK TRAVMAYEK SOSYOLOJÎK DIJÎ’   Başer anî ziman ku rewşa bêewle ya li Tirkiyeyê bandorê li tevahiya welat û jiyana mirovan dike, rê li ber travmya civakî vedike û wiha got: “Li herêma me ji ber şer bi hezaran mirov cihên xwe guhertin. Şer rûxandinê li ser jiyana civakê dike û civak nikare siberoja xwe bibîne. Ev rewşên xeter kesayetan ji rastiyê dûr dixne. Halê şer di civakê de populasyona sûc zêde dike.”    'PEYAMÊ DIDIN HEMÛ CIVAKÊ'    Başer destnîşan kir ku di civakek ku rêbazên leşkerî dikin daxwaza ewil û mirov her ku diçe di bin zextan de dimînin ew civak nikare xwe îfade bike û ev tişt anî ziman: Mirov ditirse ku fikrên xwe parve bike. Halê rûhek xwe jê dûr kirin mijara gotinê ye. Rûhê hemû halê beşên civakê dike yek. Sedemê vê yekê jî birêvebirina polîtîkayên heyî ne û vê polîtîkayê we cûreyek cezakirinê bi kar tînin. Di heman demê de peyamek didin hemû civakê û têgihiştina gefê ava dikin.”    ‘TIRKIYE DI RÊZA SÊYEMÎN DE YE’    Başer diyar kir ku di 10 salên dawî de îstîsmarkirin û tundiya li dijî jin û zarokan gelek zêde bûne û wiha got: “Li Tirkiyeyê niha rojane 21 zarok rastî îstîsmara zayendî tên. Ev jî tê wateya ku di salekê de 8 hezar zarok tên îstîsmarkirin. Ji her 3 jinan yek rastî tecawiz û tundiyê tê. Di encama hemû şer û pêkanînan de tabloyek xeter li Tirkiyeyê derdikeve. Li gorî daneyên 2017’an 409 jin hatin kuştin û 387 zarok jî rastî îstîsmarê hatin. Feraseta baviksalarî ya zilam û dewletê li her deverê li ser kar e. Tirkiye di mijara îstîsmarkirina zarokan de di rêza sêyemîn de ye. Şer herî zêde bandorê li ser jiyana jin û zarokan dike.”    ‘BAWERIYA CIVAKÊ ŞIKANDIN’    Başer anî ziman ku di nav hemû civakên modern de çapemenî daxwaz û bendewariyên civakê tîne ziman û lê çapemenî li Tirkiyeyê berevajî vê yekê dixebite û medya şer wek koda çandî dide rûniştandin. Başer da zanîn ku bi OHAL’ê re kulubeyên ewlehiyê, mobese, bûyerên maşîneyên zirxî û gelek bûyerên din bandorek neyînî li ser bîra civakê dike û di nav civakê de pênebaweriyek dane afirandin.    MA / Esra Solîn Dal