‘Îktîdara AKP'ê bi qasî mirinê ew qas jî ji medyayê ditirse’ 2018-02-19 09:08:43 STENBOL - Rojnameger Aydin Engîn bal kişand ser daxwaza girêdana kanalên înternetê ya bi RTUK'ê ve û wiha got: "Hikumeta AKP'ê bi qasî mirinê ew qas jî ji medyayê ditirse. Her çend êrîşî medyaya înternetê bikin jî taliyê emê bi ser bikevin." Hikumeta AKP'ê dixwaze malper û kanalên li ser înternetê weşanê dikin bi Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK) ve girê bide, qanûnên ji bo astengkirina malperan tên derxistin ên Dozgerên Cezayên Sulhê û betalkirina lîsansan, di qanûna turik de bi hev re tê derxistin. Gelek kesan bertek nîşanê vê pêkanînê dan û aşkera kirin ku bi vê qanûnê dixwazin dengên muxalîf asteng bikin. Nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Aydin Engîn aşkera kir ku ev hewldanên hikumetê beyhude ne.   ‘AKP'Ê MEDYA KIRÎ’   Engîn destnîşan kir ku AKP'ê medya kirî ye û ev tişt got: "Heta niha hemû desthilatdarên cîhanê, banka an jî holdîngan rojname dikirîn; lê meleyên AKP'ê bi hişyarî tev geriyan û medya kirîn. Sedî 70'yê medyaya dîtinbar a li Tirkiyeyê bûn saziyên AKP'ê, medyaya nivîskî jî sedî 72 di destê AKP'ê de ye."   ‘MEDYAYA PENGUEN HEYE’   Engîn diyar kir ku peyva "bû amûrekê dezgehê" di çapemeniyê tê wateya piçûkxistin û çêrê û ev tişt got: "Medyaya bibe dezgehekê nêrîneke siyasî dê tu bawerî ji wê neyê. Girêdayê kîjan cihî be, nêrîna wir tîne ziman." Engîn bi lêv kir ku li Tirkiyeyê ji derveyê sedî 70'ê çapemeniya ku nebûne dezgeh, çapemeniyeke sterîl heye û wiha axivî: "Bi gotineke din ji derveyê sedî 70'yê medyayê, medyaya penguen maye. Mafê nûçeyan ji destê gel hatiye girtin. Ji derveyê çapemeniya nivîsî û Cumhuriyetê, an bûn dezgeh an jî bû penguen. Di televîzyonê de ev rewş gelekî cuda ye."   ‘EM NIKARIN BÊJIN OZGURLUKÇU DEMOKRASÎ HEYE’   Engîn da zanîn ku zextên li ser medyaya kurd zêdetir e û wiha pê de çû: "Medyaya kurd bi tevahî qezenc kir, tune kir. Berê Ozgur Gundem hebû; lê niha Ozgurlukçu Demokrasî heye û nahêlin bê belavkirin. Astengiya li dijî belavkirinê gelekî girîng e. Dema em sibehê diçin bufeyê, ew acizbûna 'Ka Ozgurlukçu Demokrasiyê bide min' nema."   ‘HEWLDANEKE BELESEB E’   Engîn qanûna RTUK'ê ya ku amadekariya wê tê kirin jî wekî "hewldaneke beleseb" pênase kir û wiha axivî: "Dibe ku medyaya bi dîmen û nivîskî asteng bikin; lê astengiya li dijî weşana li ser înternetê tiştek vala ye. Gelek welatên di warê teknolojiyê de bi hêz hene. Welatên wekî Rûsya û Çînê nikarin ragihandina înternetê asteng bikin, li Tirkiyeyê ev ne pêkan e."   ‘NIKARIN ME ASTENG BIKIN’   Engîn derbirî ku astengiyên li dijî înternetê, bi navîşana VPN'ê dikare bê şikandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dê gel bi rêbazên cuda agahiyan berhev bike. Weşanên li welat û derveyê welat tên kirin, nikarin wan asteng bikin. Bixwazin VPN'ê asteng bikin jî butçeya ku têra vê bike tune. Nikarin me asteng bikin."   ‘AKP RÊXISTINEKE JI DEMOKRASIYÊ BÊ PAR E’   Engîn got ku AKP'a ku berdevkiya Îslama siyasî dike, ji demokrasiyê bê par e û ev nirxandin kir: "AKP ji derveyê xwe nahêle tu kes biaxive û tehmul jî nake. Rêxistineke ku ew qas ji demokrasiyê bê par e ku dikare hemû cudahiyan asteng bike. Bi taybetî lîderê di serê AKP'ê de, hemû tiştên bê perwa dike û kesên ku vê nizanin jî tune. Desthilatdariya AKP'ê qasû ku ji mirinê ditirse, ew qas ji medyayê ditirse. Hejmara rojnamegerên girtî, ji yên dixebite zêdetir e. Keleha dawî ya înternetê jî di bin êrîşan de ye."   ‘NIKARIN ME TÊK BIBIN, EM Ê BI SER KEVIN’   Engîn di dawiya axaftina xwe de got ku dê rojnameger bi ser kevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Van daz li gûzeka xwe xist. Dema tu kanalên vekirî bigirî, wê demê nûçeyên xeyb û manîpule li holê belav dibin. Înternet jî di warê nûçeyên manîpulasyonî de wekî lîçoqê ye. Divê çapemenî ji bo wan jî zelal û azad be. Qasî ku vê mijarê nizanin nezan û çav sor in. Dê êrîşê medyaya înternetê bikin, dibe ku binçavkirin û girtinan jî bikin; lê dê nikaribin têk bibin. Di dawiya dawî de em ê bi ser kevin."   MA / Elîf Çetîner