ROJEVA 19'YÊ SIBATA 2018'AN 2018-02-19 09:00:20 * Welatiyên kurd, suryanî û ermenî bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanên Dayikê yên Cîhanê bal kişandin zextên ser zimanan û perwerdehiya zimanê zikmakî xwestin.  * Koordînatorê Mafên Penaberan ê Rêxistina Efûyê Volkan Gorendag, diyar kir ku heke bixwazin bi zorê penaberan bişînin, dê mirinên wekî Alan Kurdî zêde bibin, ji ber wê gelekî bi fikarin.   * Rojnameger Aydin Engîn bal kişand ser kanalên li ser înternetê weşanê dike û daxwaza ku bi RTUK'ê ve girê bidin û ev tişt got: "Hikumeta AKP'ê qasî ku ji mirinê ditirse, ew qas ji medyayê ditirse. Dê êrîşê medyaya înternetê bikin; lê em ê di dawiyê de bi ser kevin."   * Amediyan êrîşên li dijî Efrînê yên ku mehek li pey xwe hişt nirxandin û wiha gotin: “Êdî desthilatdariya AKP’ê bi komkujiyan tê binavkirin. Digotin ku 'em ê di 3 saetan de biqedînin.' Lê mehek e kîlo mîtroyek bi pêş ve neçûne. Şer bi medyayê bi ser nakeve.”   * Civaknas Mehmet Emîn Başer diyar kir ku rûxandina herî mezin a OHAL û şer li ser jin û zarokan tê kirin û li Tirkiyeyê travma civakî diqewime û mirovên neheqî li wan tê kirin jî tên bêdengkirin.   * Nurettîn Bolat elewiyekî ereb ê ji Hatayê ye, li dijî pişaftina çandê têkoşînê dide, diyar kir ku hemû rejîmên ku zextê dikin, ji hunerê ditirsin û ev tişt got: "Ji ber ku tişta herî zêde jê ditirsin huner e. Tişta ku veguherandinê dike jî huner e."   * Saziyên jinan ên Hatayê, diyar kirin ku mêrên di nava krîzê de digevize, li kuçeyan tahmulî dîtina jinan nake û ev tişt gotin: "OHAL bûye kirasê şidetê û kuştinan. Ji bo şidet û kuştin bên rawestandin, divê dengek hêj bi hêz bê derxistin."   *  Parêzera malbata Yildirim Reyhan Yalçindag xwest têkildarî kuştina Medenî Yildirim de li cihê bûyerê keşîf bê kirin, lê rayedaran bi hinceta ewlehiyê destûr nedan kifşê bikin.   * Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîbên Stenbolê Dr. Samet Menguç, diyar kir ku hewldana peyva tirk a ji TTB'ê derxistin planekî gelekî erzan e û ev tişt got: "Di piştperdeya planê de tişta ku difikirin saziyên ne muxalîf ên girêdayî Wezareta Tenduristiyê ava bikin."    * Serokê Giştî yê Dev Yapi Îşê Ozgur Karabulut, diyar kir ku her balafireke F-16 radibe, lêçûnê wê heqdestiya bi hezaran kedkaran e û ev tişt got: "Lêçûnên şer ji pariyên karkeran tê birîn û didin bombe û bi ser Efrînê de dibarînin."   * Danişîna doza Wekîla HDP'ê ya Mêrdînê Gursel Yildirim a girtî dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. (14.00)    * Şerê TSK'ê yê li ser Efrînê daye destpêkirin di roja 31'an de berdewam dike. Geşedanên der barê Efrînê de tên şopandin.    * Lijneya Wezîran dê di serokatiya Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan  de li Qesrê kom bibin.    * Danişîna doza Rojnameger Îdris Sayilgan dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê bê dîtin.