Cenazeyê 2 leşkerên li ber avê çûn hatin dîtin 2018-02-18 21:13:16 RIHA - Li navçeya Kanya Xezalan di dema veguhestina nobeda leşkeran de, maşîneya zirxî li ber avê çûbû û 2 leşker winda bûbûn. Cenazeyê her du leşkeran hat dîtin. Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ya li ser sînorê Sûriyeyê, di dema veguhestina nobedê de maşîneya zirxî li ber avê çûbû û 2 leşker winda bûbûn, cenazeyê wan hat dîtin. Hat diyarkirin ku piştî ava li herêmê kêm bûye, cenazeyê her du leşkeran hatiye dîtin.   Hat gotin ku cenze li nêzî maşîneya zirxî hatine dîtin. Piştî lêkolînê cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan.