Emniyetê gotinên weke "delîl" hatin nîşandan kêm şand 2021-12-01 10:22:28   ENQERE - Miduriyeta Emniyetê ya Agiriyê, gotinên Gul Tanriverdî ku di doznameya Doza Kobanê de cih digirin û weke sedema berdewam girtinê hatine nîşandan ji dadgehê re kêm şand.     Rûnitina 3'emîn a 7'emîn danişîna Doza Kobanê ku piştî 6 salan bi hinceta çalakiyên 6-8'e cotmehê yên li dijî êrişên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê pêk hatibûn Hevserokên giştî û endamên MYK'a HDP'ê jî di nav de 21 jê girtî bi giştî li 108 siyasetmedaran hatibû vekirin, dê sibê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewan bike. 35 rûpel îfadeya îtîrafkar Gul Tanriverdî ku di doznameyê de weke şahid hatiye nîşandan ji aliyê Miduriyeta Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Emniyetê ya Agiriyê ve ji dadgehê re hat şandin. Hat hînbûn ku di îfadeyên hatine şandin de gotinên Tanriverdî yên dema taşhîskirina wêne nehatine şandin.   KÊM HATIYE ŞANDIN   Di gotinên ku di doznameya Doza Kobanê de jî cih digirin de tê angaştkirin ku parlamentera berê Emîne Ayna û Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin çûne Qendilê. Tanriverdî, angaşt dike ku Kişanak bi Sakîne Cansiz re li heman girtîgehê maye û "di nav rêxistinê de tê hezkirin". Ev gotin beriya niha bûbûn sedema berdewamkirina girtina Ayna û Kişanak.    PÊŞÎ BDP PIŞTRE JÎ HDP   Balkêş e di îfadeyên ku pêşkêşî dadgehê hatine kirin de Tanriverdî ji kîloyan bigire heta qaman derbarê kesan agahî dide. Tanriverdî, gotinên xwe yên ku HDP'ê hedef nîşan dide kurt girtî ye.    Di îfadeyên Tanriverdî de gotinên binakok jî hene. Di îfadeya xwe ya destpêkê de gotiye ku di 25'ê cotmeha 2019'an de ji PKK'ê veqetiyaye û di berdewamê de jî gotiye ku di 25'ê mijdara 2019'an de ji PKK'ê veqqetiyaye. Dîroka ku îfadeya Tanriverdî hatiye girtin jî 25'ê Mijdara 2019'an e. Dibêje ku bi hevalekî xwe yê li dersxaneyê nas kiriye re çûye avahiya BDP'ê ya li Navenda Kar a Şaredariya Agiriyê û di berdewamê de jî ji bo avahiyê gotiye avahiya HDP'ê.    PIRSÊN ARESTEKIRÎ YÊN EMNIYETÊ   Di îfadeyan de tê dîtin polisan timik pirsên arestekirî yên ku BDP'ê hedef nîşan dide pirsîne. Rexmî ku Tanriverdî dibêje tenê 3 caran çûye avahiya BDP'ê jî di ser îfadeyên ku ji 9 kesan hatiye girtin de tê gotin ku "hatiye tespîtkirin ku li ser perwerdeya li BDP'ê girtî ye tevlî rêxistinê bûye" û vê derbarê de pris hatine kirin.    Tanriverdî di bersivên ku daye pirsên dubare jê hatine pirsîn de bersivên ku beriya niha daye dubare kiriye û daye zanîn ku tenê 3 caran çûye avahiya BDP'ê û tu perwerdeyeke bîrdozî negirtiye. Tanriverdî ev tişt gotiye: "Kesê bi navê A.A. û Abdulkadîr Yildirim bandor li min kirin ku tevlî rêxistinê bibim. Ji bilî vê eleqeya kesên din bi vê re tune ye. Ev kes jî bi min re tevlî rêxistinê bûne."   Li ser pirsên bi israr ên derbarê BDP'ê de Tanriverdî ev bersiv dide: "Tenê 3 caran çûm DBP'ê û li wir tu perwerdeyek negirtiye. Li vê avahiyê kesî pirsa ku ez ê tevlî rêxistinê bibim an na ji min nekiriye.   ÎFADEYÊN BINAKOK   Di nav pirsên ku ji Tanriverdî hatine pirsîn de cih ji îfadeyên kesê bi navê Abdulkadîr Yildirim ku pê re tevlî rêxistinê bûye re jî hatiye veqetandin.Yildirim, dibêje ku çûne Bazîdê û bi rengî tevlî rêxistinê bûne. Lê di îfadeyên Tanriverdî de tê gotine ku çûne seyranê û Yildirim wê "dixapîne" û tevlî PKK'ê dike.    MA / Zemo Aggoz