Baydemîr: Rejîma AKP’ê li dijî mîrateya Selahattin Eyyubî ye 2018-02-18 19:37:20 RIHA - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, di civîna bi malbatên girtiyan re, diyar kir ku li ser gelên Efrinê bombe dibare û wiha got: “Ev, faşîzm bi xwe ye. Armanc ewe ku kurdan ji axa wan qut bikin. Rejîma AKP'ê ya îro li dijî mîrateya Selahattin Eyyubî îxanet e."  Endamên Înîsiyatifa Piştevaniya bi Girtiyan re li navçeya Sîweregê ya Rihayê bi malbatên girtiyan re civîn pêk anî. Civîn li avahiya HDP'ê ya Sîweregê pêk hat. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir, endam û rêveberên HDP, DBP û gelek xizm û malbatên girtiyan jî tev li civînê bûn. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Li salonê pankarta "Yek tîp îşkence ye, em destûrê nadin" vekirin. Di civînê de malbat û beşdaran li ser biryara KHK'ê ya cilên yek tîp helwesta xwe diyar kirin û destnişan kirin ku dê vê yekê qebûl nekin. Ewil Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku ew li cem malbatên girtiyan cih digirin û dê li dijî biryara Cilên Yek Tîp Têbikoşin.    ‘BERXWEDANA KURDAN LI GIRTÎGEHAN DEST PÊ KIR'   Endamê Înîsiyatifa Piştevaniya bi Girtiyan re Mehmet Temîzyuz jî diyar kir ku têkoşina kurdan di salên 80’ê de li Zindana Amedê dest pê kir û wiha got: “Hevalên me yên zindanê li dijî faşîzm û îşkenceya Kenan Evren û Esat Oktay di ber xwe dan û serî netewandin. Di ber xwe dan. Bi mirinê bedela wê dan û ev îşkence şikandin. Îro dîsa hikûmeta AKP'ê bi cilên yek tîp feraseta xwe li ser girtiyan ferz dike. Em dibînin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir, li ser hemû girîgehan belav dibe. Lê ew jî zanin berxwedana kurdan dê tecrîda wan bişkîne. Ji ber vê yekê vîna gelê kurd dê zextên liser girtiyan bişkîne. Çawa ku faşîzma Oktay û Evren û îşkenceya wan bi têkoşînê pûç bû, dê niha jî tifaqa AKP-MHPRê pûç bibe."    ‘EM JI XEYNÎ YEKBÛNA XWEDÊ YEKBÛNÊN DIN QEBÛL NAKIN   Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, jî di civînê de polîtîkayên AKP'ê rexne kir û wiha got: “Ev, faşîzm bi xwe ye. Armanc ewe ku kurdan ji axa wan qut bikin. Rejîma AKP'ê ya îro li dijî mîrateya Selahattin Eyyubî îxanet e. Bila kes ji mere behsa yekbûnê neke. Em dibêjin xwedê yek e. Em ji bilî yekbûna xwedê tu yekên din qebûl nakin. Ew dixwazin rejîma Erdogan a yek partî, yek ol, yek ziman û yek yekan ava bikin. Ew dixwazin rengan ji holê rakin. Ev şirîkatiya xwedê ye. Heta li mizgeftan melayên wan jî şirîkatiya xwedê dikin. Gelê kurd gelekî aştiyê dixwaze. Gelê Efrînê heta niha kevirek jî neavêtiye. Lê ew bombeyan li ser gelê Efrînê dibareîne. Faşîzm ev bi xwe ye. "