Dolar bi 13,6 lîreyan dest bi rojê kir 2021-12-01 09:29:38   ENQERE - Dolar bi 13,6 lîreyî, euro jî bi 15,40 lîreyî dest bi rojê kir.   Duh êvarê Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan tevlî weşana TRT'ê bûbû û teza xwe ya "Faîz sedem e enflasyon encam e" parast û li ser vê dolar derketibû 13,70 lîreyî. Îro jî dolar, bi 13,57 lîreyî dest bi rojê kir. Euro ku piştî axaftina Erdogan derketibû 15,65 lîreyî jî bi 15,40 lîreyî dest bi rojê kir.    Dolar bi 12,48 l3ireyî û euro jî bi 14,15 lîreyî dest bi heftê kiribûn.