Nivîskar Merwanî ku tevli Nobeda Edaletê bû: Dayik bûn hêvî 2021-12-01 09:29:09 AMED - Nivîskar Herdem Merwanî ku ji bo bavê xwe Abdulhalîm Kirtayê 30 sal in girtiye tevli Nobeda Edaletê bû, got: "Ev dayik ji bo her kesî bûn hêvî û moral."  Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 604 jê giran di ser hezar û 600'î re girtiyên nexweş hene. Bêdengiya rayedaran a ji bo girtiyên nexweş didome. Xizmên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rewşa giriyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan tên şewitandin li Baroya Amedê Nodebda Edaletê dan destpêkirin. Çalakiya malbatan di roja 16'an de ye.Nivîskar Herdem Merwanî ku bavê wê Abdulhalîm Kirtay 30 sal un girtiye û nexweş e, jî tevli Nobeda Edaletê bû. Merwanî ji bo bavê wê yê di Girtîgeha Şakran a Tîpa T'yê de ye bê tedawîkirin li mala xwe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Merwanî piştî roja 3'yan a greva birçîbûnê tevli Nobeda Edaletê bû.   Merwanî bang li her kesî kir ku xwedî li çalakiya dayikan derkevin.    HER DIÇE REWŞA WÎ XIRABTIR DIBE   Merwanî, bilêv kir ku bavê wê yê 73 salî 30 sal in girtiye û her diçe rewşa wî xirabtir dibe. Merwanî got: "Bavê min 30 sal in girtiye. Di vî 30 salî de sirgûnî gelek girtîgehan hat kirin. Bi van sirgûnan re nexweşînên wî jî zêde bûn. Berê rewşa wî baş bû, lê li Girtîgeha Kirikkaleyê rewşa wî xirab bû. Ji bo tedawiyê wî birin Şajranê, lê li wir xirabtir bû. Her diçe jî xirabtir dibe. Belê, tedawiyek heye lê ev tedawî nexweşîna wî girantir dike û dibe sedmea nexweşînên din. Mesela her diçe nexweşxaneyê 15 rojan di karantînayê dedimîne. Jixwe ve kes tên tecrîdkirin, bi vî di nav tecrîdê de tên tecrîdkirin. Tim bi tahde û çewisandinê re rû bi rû ne. Wan bi mirinê re rû bi rû hiştine. Em baş dizanin ger wisa bidome, dê dawî nebaş be."    ‘MIN XWEST BIBIM QÎRÎNEK'   Merwanî, diyar kir ku dayikên çalakiya Nobeda Edaletê dane destpêkirin çalakiyeke pir pîroz dane destpêkirin û divê xwedî li vê çalakiyê bê derketin. Merwanî got: "3 meh in hema bibêje li her derî min hewl dadengê girtiyên nexweş ragihînim. Tenê çapemenî mabû ku min pê re xeber neda. Paşê min di 28'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Min ev biryar bi tena serê xwe girt. Min xwest piştgiriya wan bikim û bibim qîrînek. Lê paşê min çalakiya bi dawî kir û biryar da ku tevli çalakiya malbatan bibim. Ji lew re dayik çalakiyeke pîroz li dar dixin û min xwest piştgiriya wan bikim."    ‘POLÎTÎKAYA DIJMINATIYÊ'   Merwanî, destnîşan kir ku dewlet bi polîtîkayên pir taybet bi ser girtiyan de diçeû got: "Li ser girtiyên siyasî polîtîkayên pri qirêj hene. Her roj darbest ji zindanan tên û dixwazin vê yekê bidin qebûlkirin. Lê em qebûl nakin. Mirina kurdan ne erzan e. Gelek efû û qanûnan derketin. Kujer, tecawizkar sûd ji van efû û qanûnan girtin, lê girtiyên siyasî daxilî navnekirin. Polîtîkayeke dijminatiyê pêk tê."    DAYIK BÛN HÊVÎ   Merwanî bilêv kir ku heya ku daxwaz pêk bên dê piştgiriya çalakiyê bike û got: "Dixwazim hêvî û coşa xwe bi ya dayikan re bikim yek. Ew ji bo em bûn hêvî û moral."    ‘BILA HER KES XWEDÎ LI RÛMETA XWE DERKEVE'   Merwanî ji bo piştevaniyê bang li tevahiya civakê kir û got: "Divê xwedî li vê çalakiyê bê derketin. Ji lew re zindan neynika wijdanên me ne. Partiyên kurd hemû divê xwedî li vê rûmetê derkevin. Dayik xwedî li vê rûmetê derdikevin, divê her kes xwedî lê derkeve."    MA / Eylem Akdag