Kêr gihaşt hestî: Hêrsa jinan mezintir e 2021-12-01 09:28:17 STENBOL - Endama EŞÎK'ê Parêzer Yelda Koçak, diyar kir ku wekî salên din di 25'ê Mijdara îsal de jî hêrsdar bûne û got: "Dibêjin 5'emîn Pakêta Darazê di rê de ye. Bi rastî ji bo jinan kêr gihaşt hestî."  Hê bertekên li dijî betalkirina Peymana Stenbolê didomin, lê vê carê jî 5'emîn Pakêta Darazê ya ku ji bo zarok û jinan xetereyên mezin di xwe de dihewîne hat qebûlkirin. Endama Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) Parêzer Yelda Koçak polîtîkayên îqtidarê û sînerjiya ku têkoşîna jinan daye der nirxandin.    BERÎ 25'Ê MIJDARÊ BI ÇEND ROJAN   Koçak, anî ziman ku di 25'ê Mijdarê de li çar hawirdorên Tirkiyeyêjina daketine qadan û bi berzkirina dirûşmeya "Peymana Stenbolê jiyan e" bertekên xwe yên li dijî taciz, destdirêjî û cinayetan anîne ziman. Koçak, bilêv kir ku tevî hemû astengî û çewisandinan jî terka qadan nekirine û îqtidar jî hewl dide bi destê darazê van destkeftiyên jinan bipê bike. Koçak, destnîşan kir ku beriya 25'ê Mijdarê bi çend saetan 5'emîn Pakêta Darazê berpêşî Komîsyona Meclîsê hatiye kirin û got: "Ji lew re bêyî serî li fikir û dîtinên rêxistinên jinan, rêxistinên zarokan, akademîsyen û kesên pispor bidin zûzûka amade kirin û di demeke krut de xistin rojeva Meclîsê. Hê ne diyar bû ku dê kendî di rojeva Meclîsê de bê nîqaşkirin, lê di hefteya 25'ê Mijdarê de di dema hevdîtinên budçeyê de zûzûka qebûl kirin. Me rapora xwe ya derbarî vê berpêşî komîsynê kiribû. Me dîtinên xwe yên derbarê vê pakêta darazê deanîbûn ziman. Me fikarên xwe ragihandibûn. ME destnîşan kiribû ku xetereyên mezin di xwe de dihewîne, lê bêyî guh bidin van dîtinan pakêt qebûl kirin."    PEYAMA ÎQTIDARÊ   Koçak, destnîşan kir ku îqtidar bi zanebûnî pakêta darazê beriya 25'ê Mijdarê di Meclîsê re derbas kiriye û got: "Îqtidarê ev peyam da, 'Ez daxwazên jinan nabihîzim, em jinan nabînin.' Li gor salên borî, em bi awayekî dezavantajtir tevli 25'ê Mijdara îsal bûn. Ji lew re Peymana Stenbolê hat betalkirin û serokkomar peyama dê cardin venegerin Peymana Stenbolê. Yanî got, 'Ez ê guh li daxwazên jinan nekim, qethiyen ez guh li rexneyên we nakim.'"    MUXALEFETA HERÎ MEZIN   Koçak, destnîşan kir ku jin îsal li gor berê bihêrstir in û muxalefeta kuçeyê ya herî mezin a 10 salên dawî ya tevgera jina ye. Koçak, anî ziman ku hem li dijî cinayetên jinan hem jî li dijî krîza aborî dadikevin kuçeyan û got: "Li çar hawirdorê welêt mirova daketin kuçeyan û AKP'ê hewl da bi tahdeyê pêşî bigire. Ev beriya 25'ê Mijdarê çavtirsandinek bû. Gotin, 'Ger hûn dakevin kuçeyan û hûn daxwazên xwe bînin ziman em ê bi gaza îsotan û binçavkirinê bersiva we bidin.' Lê jinan guh li vê nekir. Hem di 25'ê Mijdarê de hem di rojên din de daketin kuçeyan û daxwazên xwe anîn ziman. Di nav van daxwazan de daxwaza 'Hikûmet îstifa jî hebû.' Ji lew re jin jî nikarin debara xwebikin. Li welêt mirov dibêjin 'em nikarin debara xwe bikin.' Ên herî zêde bandorê ji vê digirin jî jin in. Lê îqtidar wekî her carê bi gazê, bi fîşekên plastîk û barîkatan bersivê dide. Jin li her derî barîkat derbas kirin û xwe gihandin qadan. Em di 25'ê Mijdara îsal de jî pri bihêrs bûn. Ji lew re em bêyî Peymana Stenbolê ketin 25'ê Mijdarê."    KÊR GIHAŞT HESTÎ   Koçak, diyar kir ku jin di pandemiyê de jî bi awayekî bihêz tevli çalakiyên li dijî tahdeyê, cinayetan û îstsimarkirina zarokan bûne û got: "Îsal hem coşa me hem hrêsa me mezintir bû. Ji lew re jin bi şûrê samûray li nav kuçeyan tên kuştin. Zarokek du sal û nîv, ji hêla kalê xwe ve tê îstismarkirin û kuştin. Û dewletê ji bo lêgerîna vê tiştekî têkûz nekir. Di destpêkê de bi serguman re tevgeriya. Yanî jin her roj bi rêbazên DAIŞ'ê û rêbazine hovane tên kuştin. Îjar ne pêkan e ku em danekevin kuêçeyan. Enerjiyama me ya li kuçeyan ji ber hêrsa me ye. Em mecbûr in bihêrs bin û hêviya xwe şîn bikin. Ji lew re wekî din tu rê tune ye. Bi rastî jî ji bo jinan kêr gihaştiye hestî."    MA / Esra Solîn Dal