Malbata zarokê ku wesayîta zirxî ew kuşt li benda edaletê ye 2021-12-01 09:14:37 ŞIRNEX - Îtiraza ji bo biryara beraetkirina polîsê ku bi wesayîta zirxî Bunyamîn Bayram kuştibû, 3 sal in bi dawî nebûye. Malbatê xwest ev bêcezatî bi dawî bibe.  Dozên têkildarî mirinên ji ber wesayîtên zirxî bi bêcezatiyê bi dawî dibin. Li Taxa Alîbey a navçeya Cizîr a Şirnexê, di 7'ê Hezîrana 2016'an de wezayîta zirxî ya polîsan pêl Bunyamîn Bayramê 6'ê salî kiribû û ew kuştibû.    POLÎS SÛC XIST STUYÊ ZAROK   PIştî mirina Bayram, derbarê ajovanê wesayîta zirxî polîs Suleyman Yildirim de bi sûcê "kuştina qisûrdar" doz hatibû vekirin. Di doza li Dadgeha Cezayê Esliye ya 3'yan a Cizîrê hde polîs Yildirim, îdia kiribû tu sûcê wî û polîsên din tune ye, zarokên li dor wesayîtê kom bûbûn tevî hemû anonsan jî bela nebûne û ev bûyer qewimiye.    Dadgehê di 30'yê Cotmeha 2018'an de derbarê polîs Yildirim de biryara beraetê dabû. Dadgehê vê biryara xwe spartibû rapora Daîreya Îhtisas a Trafîkê ya Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê ku tê de polîs Yildirim bêqisûr hatiye nîşandan.    DOSYE LI ÎSTINAFÊ YE   Piştî biryara beraetê parêzerên malbata Bayram, biryara beraetê şandin Dadgeha Îstinfaê. Heya niha tu biryar nehatiye dayîn û parêzerên malbatê 2 meh berê jî doza tazmînatê vekirin.    Dayik Gûrbet Bayram, anî ziman ku zêdetirî 5 sal in li benda edaletê ne û got: "Di nav xwe de ser dozê girtin. Kurê min kuştin. PIştî mirina kurê min derûniya min xera bû. Ji ber ku hevalên Bunyamîn wî tînin bîra min, me ji wê taxê bar kir."    WESAYÎTÊN ZIRXÎ KURÊ WÊ TÎNIN BÎRA WÊ   Bayram, destnîşan kir ku bûyerên bi vî rengî cardin rû dane û got: "Ez giliyê vê dewletê dikim. Tenê ne kezeba min, kezeba gelek dayikan şewitandin. PIştî kurê min li taxa YAfes, Cûdî û Nûrê gelek zarok bi wesayîtan kuştin. HErî dawî li HEzexê zarokek qetil kirin. Çi îşê van polîsan li van kuçeyan heye? Ma şer heye? Her ku çav bi wan wesayîtan dikevim kurê min tê bîra min. Ez naxwazim çav bi polîsekî jî bikeveim."    Dayik Bayram, bilêv kir ku piştî bûyerê xizmên wê yên AKP'î xwestine ser bûyerê bigirin û got: "Nexwestin em giliyê polîs bikin. Wê çaxê ji ber ku êşa me teze bû, me piştî demeke dirêj gilî kir."    Dayik Bayram xwest polîsên bûne sedema mirina kurê wê bên cezakirin û got: "Me û parêzerên xwe ji ber vê biryarê îtiraz kir. Lê nehat girtin. Ji ber ku ev kes nayên cezakirin wisa bi rihetî tevdigerin."    MA / Zeynep Dûrgût