Esnafên pasajê: Tirkiye noq dibe, divê hikûmet biguhere 2021-12-01 09:14:03 RIHA - Li Rihayê esnafên pasajê yên amûrên elektronîkê difiroşin, diyar kirin ku Tirkiye hatiye asta topavêtinê û xwestin hikûmet biguhere.  Li Tirkiyeyê bi kûrbûna krîza aborî û bêqîmetabûna TL re, êdî hêza kirînê jî kêm bûye. Esnaf ji ber fiyetên ku her roj biha dibin êdî nikare tu karî jî bike. Li Rihayê esnafên Pasaja Japonê ku amûrên elktronîk difiroşe û van amûran bi kûra dfolar ji welatên Rojhilata Dûr distîne, anîn ziman ku gava malzemeyekê difiroşin êdî nikarin şûna wê tije bikin. Esnaf Metîn Ûlûg ku telefonan difiroşe, diyar kir ku bi zêdebûna dolar re gfiyet jî biha bûne û êdî nikarin tiştekî bikirin. Ûlûg, got: "Em nikarin şûna malzemeyek tê firotin dagirin. Em Dolar bi 10 TL'yî dihesibînin, heya em diçin xera dikin dibe 12 TL. Kar tune, em rojê çen perçeyan difiroşin. Ew jî bi zor têra heqê kirê û xwarinê dike."      KEŞTÎ NOQ DIBE   Ûlûg, bilêv kir ku dolar zêde nabe, TL bêqîmet dibe û got: "Gava keştiyek noq bibe, av bilind nabe, keştî noq dibe. Tirkiye jî noq dibe. Her diçe xerabtir dibe, dmeildest d8ivê ev hikûmêet biguhere."    Esnaf Mahmût Mûdanlin ku telefonan difiroşe, destnîşan kir ku ji ber bihabûna fiyetan êdî i hesreta rûyê mişteriyan e. Mûdanli anî ziman ku danûstendin nemaye û got: "Ekrana ku me bi 500 TL'Yî lêdixist, niha maliyeta wê bûye hezar TL. Ev yek tu bikî nekî bandorê li mişterî jî dike.. Her kes li bendê ye dewlet çareyekê bibîne, lê çare nayê. Em diqedinç"   ‘HINDIKI MAYE EM BÊN ASTA BIRÇÎBÛNÊ'   Esnafê pasajê Halîl Genç jî got: "Em naxebitin. Em tên taştê ya xwe dixwin, navroja xwe dixwin û diçin malê. Tûp û benzîn çûne hey çûne. Divê ems edema vê ji rayedaran bipirsin. Dolar bûye 12-13 TL. Dikarin bidin sekinandin. Em hatien asta birçîbûnê. Malzemeya ku me bi 500 TL'î dikirî bûye hezar TL."    BANTA BI 4 TL'YAN BÛYE 12 TL   Esnaf FEsîh Saydan jî got: "Em tiştekî bifiroşin an jî nefiroşin em dixisirin. Di van rojê dawî de hema bibêje kar nameya. XWedê alîkariya feq, û fuqareyan bike. Gava em tiştekî bifiroşin em nikarin şûna wê tije bikin. Qoliyan bandê bi 4 TL'yan bû, niha bûye 12 TL'yan."    ALOZÎ   Alî Cenap Agaoglû ku ji bo danûstendinê hatiye pasajnê anî ziman ku karê veguhastinê dike û got: "Bihabûna sotemeneiyê bandorê li welatiyên pasajê jî dike. Hemû jî girêdayî hev in. Em hemû dixisirin. Her tişt bi dolar ve hatiye girêdan. Nizanim musebîbê vê kî ne, lê em perîşan bûn. Heger wisa bidome dê alozî çêbûbe."    MA / Mujdat Can - Emrûllah Acar