‘Bila ji bo girtiyên nexweş heyetên serbixwe bên avakirin' 2021-12-01 09:13:09 AMED - Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD'ê Ercan Yilmaz, xwest ku ji bo girtiyên nexweş ên ji aliyê ATK'ê û îdareyên girtîgehan ve bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin heyetên serbixwe bên avakirin.  Li girtîgehên Tirkiyeyê her diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe û bêdengiya rayedaran a ji bo wan didome. Saziyên Tiba Edlî (ATK) tim derbarê girtiyên nexweş de raporên "dikarin di girtîgehê de bimin" çêdike û li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî ji sala 2016'an heya niha herî kêm 103 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî di 12'ê Mijdarê de li Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê Bangîn Mûhammedê 33 salî yê ji Efrînê ji ber ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Rêvebirê ÎHD'a Amedê û Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD'ê Ercan Yilmaz, destnîşan kir ku dê biryarên cihêkar hejmara miriyan zêdetir bikin û xwest demildest ji bo girtiyên nexweş heyetên serbixwe bên avakirin.    ATK   Yilmaz, destnîşan kir ku meseleya girtiyên nexweş ji zû de di rojevê de ye, lê belê hikûmet ne guh dide bangawaziyên rêxistinên tenduristiyê ne jî yên mafên mirovan. Yilmaz, nerazîbûna xwe ya ji bo raporên ku ji aliyên heyetên serbixwe ve nayên çêkirin anî ziman û got: "Bi salan e em ji bo vê bang dikin. Divê di vê meseleyê de tekane saziya erkdar ne ATK be. Serlêdanên me yên ji bo girtiyên nexweş hene ku nikarin di girtîgehê de bimînin û bi tena serê xwe bijîn. Lê belê yên teşxîsê datînin saziyên tenduristiyê yên xwecihî ne. Ger ev rapor erênî bin, vê carê dozger serî li ATK'ê dide. ATK jî biryara 'dikare di girtîgehê de bimîne' dide."    HINCETA 'EWLEHIYÊ'   Yilmaz, bilêv kir ku girtiyên nexweş bi hinceta "ewlehiyê" nayên berdan û got: "Di vê raporê de midûriyeta polîsan jî biryarê dide di warê berdan û neberdana girtî de. Bi piranî bi hincetên ne berbiçav û tu eleqeya wan bi bi hiqûqê re tune ne di girtîgehan de tên ragirtin. Lê belê ev biryar bi raporên dozgeriyê û zanistî pêkan in. Ji lew re gava mesele girtiyên siyasî bin, midûriyeta polîsan bi raporên xwe bi awayekî aşîgir tevdigere. Ji ber ku tekane saziya erkdar ATK û nexweşxane ne, ev pirsgirêk rû didin."    ÇEWISANDIN Û RAPOR   Yilmaz, destnîşan kir ku dê bi desteyên serbixwe pirsgirêkên wiha rû nedin û got: "Ji lew re gava nexweşên ji bo tedawiyê diçin, agahiyên wan diçin ber destên wan ku ji ber kîjan dozê hatine girtin. Lê belê ne hewce ye ew pê zanibin. Tu pêwendiyek di navbera şert û mercên tenduristiyê yên mirovan û sedema girtîbûna wan de tune ye. Ev ne rewşine ku hev du temam dikin. Lê belê ji ber çewisandinên îqtidarê yên li ser saziyên dewletê, nexweşxane jî û bijîşk jî raporên 'dikarin di girtîgehê de bimînin' amade dikin."    Yilmaz, bilêv kir ku divê mirov bi nêrîneke mirovane nêzî girtiyên nexweş bibe, lê belê girtiyên nexweş bi destê îqtidarê tên cezakirin. Yilmaz, destnîşan kir ku di standardên navneteweyî de pir zelal e ku kîjan girtî ji ber kîjan nexweşînan nikarin di girtîgehê de bimînin û got: "Pîvanên Mandela ji bo vê çarçoveyek e. Îqtidar bi taybetî divê di vê çarçoveyê de nêz bibe. Ger di vê çarçoveyê de bi awayekî mirovane nêz bibe, dê ev pirsgirêk çareser bibe. Lê rewşa girtiyên nexweş tim bi konjuktura siyasî, bi atmosfera siyasî ya navxweyî ve tê girêdan."    ‘GER TEVDÎR NEYÊN GIRTIN...'   Yilmaz, destnîşan kir ku di vî warî de bi taybetî divê ji bo girtiyên nexweş karbidestiya efûyê ya serokkomar bê nîqaşkirin. Yilmaz, got: "Mesela komeleya me ji bo Mehmet Emîn Ozkan û Siddik Guler gelek caran serlêdan kir. Ev mirov di ser 80 salî re ne û gelek nexweşînên wan hene. Me gelek caran anî ziman ku ji bo van girtiyan karbidestiya efûyê ya serokkomar heye. Lê ji bo vê tu bersiveke erênî nedan û helwesteke cihêkar nîşan dan. Bi efûya serokkomar herî dawî kesê ku tê gotin failê Komkujiya Madimakê ye hat berdan. Lê belê ev karbidestî ji bo Ozkan, Guler û gelek girtiyên rewşa wan giran û ji ya wî kesî girantir e nehat bikaranîn. Ji ber vê ji roja pandemî dest pê kiriye heya niha bi dehan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Ger tevdîrên baş neyên girtin dê hejmara miriyan zêdetir bibe."    HEYETÊN SERBIXWE   Yilmaz, bang kir ku têkildarî rewşa girtiyên nexweş divê bîrdozî li hêlekê bimînin, partiyên siyasî bên cem hev du, hiqûqa mirovane esas bê girtin, heyetên serbixwe bên avakirin û xwest girtiyên nexweş bên berdan.    MA / Eylem Akdag